Rêveberiya Jin a Reqayê ji bo danasîna Roja Jinan a Cîhanê du semîner li herêma Sehlebiyê ya gundewarê bakur û herêma Kisrat a gundewarê başûr lidar xist.

REQA

Rêveberiya Jin a Reqayê rêze çalakiyên bi munasebeta 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê didomîne. Di vê çarçoveyê de,  li herêma Sehlebiyê ya gundewarê bakurê Reqayê û herêma Kisrat a gundewarê başûr du semîner li ser danasîna dîroka ragihandina 8‘ê Adarê wekî Roja Jinan a Cîhanê û berxwedana jinên Bakurê Sûriyê hatin dayîn.

Jinên endamên meclisên herêmî, komîn, Buroya Jin a Komîteya Perwerde û Fêrkirinê, mamosteyên gundewarên bakur û başûrê Reqayê û bi dehan jinên herêmê di semînerê amade bûn.

Semîner bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Ji endamên Rêveber ên Rêveberiya Jin a Reqayê Zuleyxa Ebdî dîroka jin û şoreşa li hemberî zulm û koletiyê şîrove kir û got: “Herî zêde jinan para xwe ji bindestî û şidetê girtin, nemaza di dema dagirkirina çeteyên DAIŞ‘ê li herêmê. Lê îro û piştî rizgarkirinê jinan di her qadan de cihê xwe girt, ji ber vê yekê şoreşa Sûriyê wekî şoreşa jin hate pênasekirin. Em li vir, li ser xaka xwe Reqayê bi azadî roja xwe ya cîhanê bi bîr tînin, ev yek berhemê keda şehîdan e.”

Zuleyxa Ebdî têkoşer Leyla Qasim, Klara, Leyla Guven bi bîr anî û got: “Em berxwedana wan bikin mişleya serhildanê li hemberî dijmin û rêya azadiyê ronî bikin.”

Paşê, Rêvebira Buroya Jin a Meclisa Sivîl a Reqayê Feyrûz Xelîl jî axivî û got: “Ji beriya 4 sed salan ve me azar dikişandin, me nedizanî ku rojeke taybet ji bo jinan heye. 8‘ê Adarê mafê jinan bi wê dide naskirin ku kesayeta xwe ya rasteqîn vegerîne.”

Feyrûz têkoşer Avesta Xabûr, Barîn Kobanê û hemû têkoşerên azadiyê bi bîr anî û got ew ê xeta wan bişopînin heta hemû jinan rizgar bikin.

Di dawiya semîneran de belgefîlmeke li ser berxwedana jinên li Bakurê Sûriyê hate pêşandin û dirûşmeyên silavkirina berxwedana jina azad û têkoşer Leyla Guven hatin avêtin.

ANHA