Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd, li Stenbol û Mêrsînê çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’ hatin pêkanîn.

Li Mêrsînê, bi pêşengiya DEM Partî, li navçeya Toroslar, çalekiya girseyî hate pêkanîn.

Piştî rêzgirtinê, parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncu axivî û got;

Ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û girtîgehan divê çalakî û xwepêşandan bidomin.

Ji bo aştiyê divê rêber Apo azad bibe.

Li Stembolê jî, xizmên girtiyan li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” pêkanîn.

Arîkarê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî û gelek kes tevlî çalekiyê bûn.

Çalakvan ji hêla polîsan ve hatin astengkirin.

Zubeyde Înce, astengiya polîsan şermezar kir û got;

Navên tevahiya kesên fermanan didin we polîsan, bi çeteyan re têkildar in.

Ji bo ku gendelî û qirêjiya xwe veşêrin dişînin ser gel.

Girse jî dorpêça polîsan bi diruşmeyan şermezar kir.

Polîsan Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz girtin binçavan.

Polîsan nehiştin ku rojnamevan jî dîmenan bikişînin.

Li navçeya Stembol, Beyoglu jî, TJA, li Navenda Çanda Mezopotamya -NÇM çalakiya pirtuk xwendinê pêkanî.

Piştî rêzgirtinê, aktîvîsta TJA Dîlan Geyîk axivî û got;

Em daxwaza azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan dikin û tişta ku têkoşîna me zindî dihêle û mezin dike jî ev e.

Di çalakiyê de, mijarên bi sernavên “Hevjiyana azad” û “Sosyalîstbûn ji ewil girêdayî bicihanîna asta hevjiyana azad e” hatin xwendin.

Piştî xwendinê nîqaş hatin kirin.