Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê der barê dagirkeriya dewleta Tirk dosyayek radestî parlamenterê Partiya Keskan hate kirin. Li bajarê Rennes ê Fransayê jî çalakî hebû.

Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê nûnerên Komîsyona Dîplomasî û Têkiliyên Derve ya FED-DEM’ê û Komuna Jinê ya Meryem bi Parlamenterê Partiya Keskan Othmar von Holtz re hevdîtinek kirin.

Di hevdîtinê de der barê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rojava dosyayek hate pêşkêşkirin.

Her wiha ji Partiya Keskan hate xwestin ku ji bo rawestandina firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê bikeve nava hewldanan.

RENNES

Kurdistaniyên li bajarê Rennes ê Fransayê jî li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li meydana Repûblîqûeyê li hev kom bûn.

Di çalakiyê de dirûşmên “Kujer Erdogan”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin jiyan azadî” hatin qîrîn.