Li Swêd, Elmanya, Hollanda û Awûstûryayê Kurdistanî daketin qadan û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

BASEL

Bi banga Platforma Piştevaniya Grevên Birçîbûnê, li bajarê Basel ê Swîsreyê çalakger li Marktplatzê li hev civiyan ku avahiya Parlamenta Kantonê lê ye û dest bi meşê kirin.

Di meşê de wêneyên berxwedêrên greva birçîbûnê û çalakgerên li dijî tecrîdê çalakiya fedayî kirin, hatin hildan.

Girseya gel piştî meşê li Claraplatzê çalakiya rûniştinê ya bêdeng pêk anî. Nûnerê platformê li cihê çalakiyê axivî û diyar kir, grevên birçîbûnê li asta krîtîk in, lewma divê berxwedana li dijî bêdengiya sazî û dewletên navnetweyî bê mezinkirin. Çalakî piştî axaftinê bi dawî bû.

CENEVRE

Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê jî, bi pêşengiya komîsyona çandê kampanya nameyan pêk tê. Kurdistaniyan di vê çarçoveyê de li ser rewşa berxwedêrên greva birçîbûnê name ji saziyên navneteweyî û akademîsyenan re şandin.

VIYANA

Kurdistaniyên li paytexta Awûstûrya Viyanayê ji bo balê bikişînin ser berxwedana grevên birçîbûnê stant vekirin.

Çalakgeran êlekên bi nivîsa “Bêdengî dibe sedema mirina mirovan, 7000 kes di greva birçîbûnê de ne, bêdeng nemînin” li xwe kirin û bang li hikumetê û rêxistinên civakî yên sivîl kirin ku bala xwe li ser mijarê bin. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û xwendin.

DEN HAAG

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê, li ber avahiya Parlamenta Hollandayê çalakiyek hate lidarxistin û bêdengiya saziyên navneteweyî hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de belavokên bi zimanên Hollandî û Îngilîzî hatin xwendin û ji bo xwedîderketina li berxwedana grevên birçîbûnê bang hate kirin.

STUTTGART

Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê jî Kurdistanî bi heman armancê daketin qadan.

Çalakî êvarê li ber HBF’ê pêk hat û li ser rewşa berxwedêrên greva birçîbûnê ku li dijî tecrîdkirina Ocalan çalakiyê dikin, belavok hatin belavkirin.