Piştgiriya ji bo Leyla Guven zêde dibe, ku li dijî tecrîda li Îmraliyê ketiye greva birçîbûnê. Wekîla HDP’yî Dilşat Canbaz got, li dijî tecrîdê li her deverê têbikoşin.

Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 10 roj in di greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ye. Piştgiriya ji bo Guven roj bi roj zêde dibe. Wekîlên jin ên HDP’yî ji bo piştgiriyê bidin Guven wê roja 19’ê Mijdarê li ber Girtîgeha Amedê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.

Ji wekîlên HDP’ê Dilşat Canbaz ji ANF’ê re axivî û got, heta ku tecrîda li Îmraliyê were rakirin wê li her cihî têbikoşin.

‘ÎRADEYA GEL DÎL TÊ GIRTIN’

Canbaz bi bîr xist ku Leyla Guven bi îradeya gelê Colemêrgê hatiye hilbijartin, lewma dîlgirtina wê ne ya qebûlkirinê ye. Canbaz diyar kir, edaleta ku ji bo Parlamenterê CHP’ê Enîs Berberoglû bi cih hate anîn, ji bo Leyla Guven û wekîlên din ên HDP’ê bi cih nayê anîn û nerazîbûn nîşanî cotstandartiya dadgeriyê da. Canbaz ragihand, pêkanînên kêfî yên dadgeriya ser bi desthilatdariyê dewam dikin û got, “Berî niha bi du rojan der barê wekîlên me de ku Hevseroka me ya giştî Pervîn Bûldan jî di nav de ye, fezlekeyên nû hatin amadekirin. 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Parlamenterê me yê Dîlokê Mahmût Togrûl hate birîn. Edalet û dadgerî bi rengekî vekirî dûrî me ye.”

‘HETA KU TECRÎD BÊ RAKIRIN EM Ê LI HER CIHÎ TÊBIKOŞIN’

Canbaz işaret bi pirsgirêkên tenduristiyê yên Leyla Guven kir û got, li gel vê yekê jî ketiye greva birçîbûnê. Canbaz ji hemû alîgirên aştî û demokrasiyê xwest ku xwedî li vê îradeyê derkevin. Canbaz diyar kir, bi taybetî wekîlên jin wê heta dawiyê xwedî li vê biryara Guven derkevin û got, “Roj roja xwedîderketina li Guven e.”

Canbaz bi dewamî bi bîr xist ku ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir ve agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û anî ziman ku di şexsê Ocalan de aştî tê tecrîdkirin û wê vê yekê qebûl nekin. Parlamentera HDP’ê Dilşat Canbaz got, “Em vê tecrîda şidandî qebûl nakin û heta ku tecrîd bê rakirin em ê li kolanan, li meclîsê, li girtîgehan, li der deverê têikoşin.”