Pirtûka bi navê “Mîrza Mihemed”, ji aliyê nivîskar Nîhat Oner ve hatiye tomarkirin û di sala 2016’an de, di nava weşanên DARA de hate weşandin. Niha jî wê bi çape 2mîn werê derxistin.

Pirtûk “Mîrza Mihemed” ji 50 çîrokan gelerî pêk tê û 264 rûpel in.

Di pirtûkê de çar varyantên Mîrza Mihemed, varyanteke Elenê Wêrek, 2 varyantên Keçelonekê Pîrê jîhene.

Wekî din çîroka Silêmanê Kurd heye ku cara yekemîn e hate vegotin heye.

Di pirtûkê de bi giştî 50 çîrok hene û navê kesên çîrok ji nivîskar re gotine û wek çîrokbêj têne nakirin û bajarê wan jî di binê çîrokan de hatine nivîsandin.