AMED – Çapemeniya Kurd ket 121 saliya xwe. Rojnamegerên Kurd diyar kirin ku kevneşopiya çapemeniya Kurd êdî ji pêwîstbûnê derketiye, bûye rêbazek û gotin: “Ligel hemû zext, astengî û qedexeyan ev rêbaz dê berdewam bike.” Mîkdat Mîthat Bedîrxan, bingaha rojnamegertiya Kurdî berî 121’an, di 22’ê Nîsana 1898’an de li paytexta Kahîrê ya Misirê bi rojnameya navê “Kurdistan” avêt. Yekemîn hejmara rojnameyê ku ji bo zimanê Kurdî bû mîladek a di 22’ê Nîsanê de derket, ji aliyê rojnamegerên Kurd ve weke “Roja Rojnamegertiya Kurd” hat qebûlkirin. Rojnamegeriya Kurd ji wê rojê û şûn de, ligel hemû zext, astengî û qedexeyan, ji bo bigihêje ber xwendekarên xwe bedelên gelek mezin da.  Bi taybetî di çar salên dawî de, her ku diçe zextên li ser rojnamegeriya Kurd zêdetirbûn, tê xwestin ku rojnamegertiya Kurd ji holê bê rakirin. Rojnamegerên Kurd ên li Amedê di xebitin, 22’yê Nîsanê Roja Rojnamegertiya Kurd pîroz kirin, şert û mercên giran ên rojnamegertiya Kurd vegotin. KAMER: GELEK ROJNAMEGERÊN HÊJA PÊŞ XISTIN Rojnamger Hatîce Kamer, diyar kir ku rojnamegertiya Kurdî li sîrgûnê dest pê kir û wiha axivî: “Ligel hemû êrîş û zextan jî pêşketinek mezin bidest xist. Gelek rojnamegên hêja pêş xistin. Li Tirkiyeyê, mîna demên derbas bûyî îro jî azadiya çapemeniyê tuneye. Çapemeniya Kurd ji bo ku hebûna xwe berdewam bike, gelek têkoşîn da. Di dema OHAL’ê de li herêmê gelek TV, Radyo û rojnameyên bi Kurdî weşan dikirin, hatin girtin. Bi sedan rojnameger bê kar man, hatin girtin û binçavkirin.” ERBAY: BI CESARET DÎSAN HILBERÎNÊ DIKIN  Rojnameger Vecdî Erbay jî, anî ziman ku dîrok rojnamegertiya Kurdî bi zext, sîrgûn, girtin, kuştina tijeye û wiha got: “Di dîroka Komarê ya sed salî de ev qet nehat guhertin. Ji ber vê 22’ê Nîsanê Roja Rojnamegertiya Kurdî, ji pîrozbahiya zêdetir xwedî derketineke. A pêwîst divê wisan be. Ji ber ku hîna jî dozên derbarê rojnamegerên Kurd de dewam dikin hene. Li gel hemû tiştî jî ji beşên cuda yên civakê hêviyên mezin ji rojnamegeriya Kurdî hene. Medya din, bi tu awayî eleqeyê ji bo Kurdan nîşan nade. Di van mijaran de nêzîkatiyên siyasî hene. Ji derveyî rojnamegertiya Kurdî tu meydya bêhiqiya li ser Kurdan na de û ji bo nebe rojev jî ser digire. Mînak berî çend rojna Recep Hantaş ji aliyê polîsan ve hat kuştin. Medya mezin tenê daxuyaniya walîtiyê da. Lê rojnamegerên Kurd, bûn şopdarê bûyerê û bûyer ji raya giştî re aşkere kirin. Dûre derket holê ku Hantaş bêyî ku bê darizandin hatiye înfaz kirin.”   CANOZER: ÇAPEMENIYA KURD ÊDÎ JI PÊWÎSTBÛNÊ DERKETIYE  Nûçegihana Jinnewsê Bêrîtan Canozer jî, da zanîn ku çapemeniya Kurd bi kevneşopiya “Çapemeniya Azad” bi daxwaza lêgerîna mafê Kurdan dest pêkiriye û wiha got: “Kevneşopiya çapemeniya Kurd êdî ji pêwîstbûnê derketiye, bûye rêbazek. Ligel hemû zext, astengî û qedexeyan ev rêbaz dê berdewam bike.” YAŞAR: ROJNAMEGERÊN KURD XWE DIGIHÎNIN RASTIYAN  Rojnameger Fûat Yaşar jî, dest nîşan kir ku ligel hemû zextan jî rojnamegeriya Kurd, tişta jê hat xwestin hewl da pêk bîne û wiha bilêv kir: “Çapemeniya Kurd di çembera zextan de dixebite. Rojnamegerên Kurd, di zeviyek tije mayîn de derbas dibin, hewl didin xwe bigihînin rastiyan û wan rastiyan ji bo gel ragihînin. Çapemeniya Kurd, ligel hemû êrîş û zordestiyan jî hewl dide hêviyên civakê pêk bîne.” Nûçegihanê Rojnameya Evrensel ê Amedê Firat Topal û Rojnameger Mehmet Erol jî, diyar kirin ku ji ber nebûna bêhiquqiyê rojnamegerî bi giştî bê parastin ma ye û wiha gotin: “Zextên pir mezin li ser rojnamberên Kurd û çapemeniya mûxalîf heye. Rojnamegerên Kurd di şert û mercên pir zor û zehmet de hewl didin tiştên li herêmê tên jiyîn serwîs bikin. Bi taybetî di demên dawî de rojnamegertî li Tirkiyeyê demên pir zor û zehmet derbas dike. Divê ev hemû bên derbas kirin û pêşiya rojnamegertiyê ve.” MA / Lezgîn Akdenîz