Çavkaniyên ku rewşa Idlibê dişopînin, diyar kir ku ji ber pêşketinên rewşê û zêdebûna derbeyên hewayî yên balafirên Rûsya û hêzên rejîmê li ser herêmê, nakokî di navbera Rûsya û Tirkiyê de zêde bûn. Ji ber wê du serdanên wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji Tirkiyê re hatin taloqkirin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El-Ewset ragihand ku ev cara duyemîn e serdana wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji Tirkiyê re ji ber nakokiyên di navbera her du aliyan de li ser rewşa Idlibê, tê taloqkirin. Her wiha ji ber zêdebûna derbeyên hewayî yên balafirên Rûsya û hêzên rejîma Sûriyê li ser vê herêmê ku komên radîkal mîna Heyet Tehrîr El-Şam li bakurê rojavayê Sûriyê belav bûne.

Tevî ku malperên ragihandinê yên Rûsyayê taloqkirina serdana wezîrê karên derve bi sedemên teknîk ve girê da, lê rojnameyên Rûsyayê diyar kir ku taloqkirin di hefteyekê ev du caran e pêk tê.

Rojnameyê wiha nivîsand: “Diviyabû serdana Lavrov di 12`ê Adarê de pêk bihata, da ku beşdarî çalakiyên navneteweyî li Enqereyê bibûya û dan û standinan bi Tirkiyê re der barê rewşa li Sûriyê de bikira û taybet Idlibê, li gorî ku çavkaniyên dîplomatîk ên Rûsyayê diyar kir. Lê ev dem paşê hate betalkirin û roja 18`ê Adarê dem diyar kirin bêyî ku sedemên taloqkirinê diyar bikin. Paşê Moskov duh carake din ragihand ku serdan hate taloqkirin û tu dem ji wê serdana nû re diyar nekir. Ev yek nelihevkirina her du aliyan; Tirkiye û Rûsyayê diyar dike.”

Dezgehên çapemeniyê yên Rûsyayê destnîşan kir ku ji ber bombebarandina bejahiya herêmên Idlibê, Tirkiye tengav e. Rojnameya Kommersant a Rûsyayê diyar kir ku Moskov di destpêkê de derbeyên ku li herêma Cisir El-Şixûr xistin, înkar kir û got tu bingehên xwe tune ne. Lê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê piştî du rojan ragihand ku balafirên Rûsyayê cihên komên radîkal bombebaran kirin.

Moskov beriya niha hişyarî da Enqereyê ku di pêkanîna îtifaqa  Soçiyê ya avakirina herêmeke bêçek li Idlibê de, bi bin ket.

(jo)