STENBOL – Dadgeriya Înfazê ya 1’an a Bûrsayê, qedexeya çûyîna Îmraliyê ya parêzeran dirêj kir. Ji 20’ê Tîrmeha 2016’an heta niha 4 caran carê 6 meh çûyîna parêzeran hatiye qedexekirin.Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve nikare bi parêzerên xwe re û ji 5’ê Nîsana 2015’an ve jî nikare bi Heyeta Îmraliyê re hevdîtinê çêbike.  ‘NEXŞERÊ’ WEKÎ HINCET HAT NÎŞANDAN  Li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, Dadgeriya Înfazê ya 1’an a Bûrsayê careke 6 mehan çûyîna Îmraliyê li parêzerên Ocalan qedexe kir. Piştî qedexeyên fiîlî ji 20’ê Tîrmeha 2016’an heta niha 4 caran carê 6 meh çûyîna parêzeran hatiye qedexekirin. Di biryarê de “Nexeşeya rê”, cezayên hucreyê yên di sala 2005’an û piştî wê wekî hincet tên nîşandan.  Dadgeriyê di 6’ê Îlona 2018’an de jî der barê Ocalan û Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ku li Îmraliyê girtî ne heman biryar girtibû. Dadgeriyê di biryara xwe de diyar kiribû ku parêzer heta 6 mehan nikarin bi muwekîlên xwe yên li Îmraliyê re hevdîtinê çêbikin. Di 2’yê Adara  MA / Sadiye Eser Parve bike: