Dayikên ku di nava deh deqeyan de me hev nas kirin, bi dilgermî em hembêz kirin û oxir kirin. Mîna ku dengê dayikekê ku dibêje ‘Tu zane ku xak çi ye lawo?’ tê guhê me… Piştre jî mirov fêhm dike ku xak dayik e, xak welat e.
Li xaka ku ji nava şerekî giran derketiye û hîn jî her roj gefên êrîşên nû lê tên xwarin, ne karekî hêsan e ku mirov bijîn û jiyaneke nû lê ava bikin. Hûn vê yekê ji kê bipirsin wê vê yekê ji we re bêje.
Lê belê eger hûn rojekê berê xwe dibin Rojava hûn ê bibînin ku ev nêrîn li Rojava nîne. Çavdêriya herî hêja bû ku min di nava mehekê de li xaka Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dît; eger tu di nava şert û mercên azad û wekhev de li xaka xwe be, hingî şer, ambargo û gefên êrîşê bêwate ne.
KAREKÎ BERFIREH Ê LI DIJÎ AMBARGOYÊ
Êş û şopa şer li her deverê li ser rûyê mirovan xuya dikin. Mirov li wê xakê bi rengekî berfireh ji bo avakirina jiyaneke nû hewl didin. Bi alîkariya komun û kooperatîfan, ji aliyekî ve hewl tê dayin ku ambargo bê têk birin, li aliyê din jî qadên nû yên kar bên afirandin. Li sûk û bazarê liv û tevgereke xurt heye û mirov dikarin bi hêsanî tişta dixwazin peyda bikin.
Li her bajarê rêveberiya xweser rewşeke xurt a zindî heye. Bi taybetî li Qamişlo û Derikê, li gelek navendên bajêr û qadên bejayî, tê dîtin ku ji herêmên din ên Sûriyeyê koçberiyeke mezin li herêmê rû daye.
Hem ji ber vegerê hem jî ji ber koça lê bûye nifûs zêde bûye. Li gelek navendan di çarçoveya karê ji nû ve avakirinê de ji aliyekî ve avahiyên xisar li wan bûye ji nû ve tên sererastkirin li aliyê din di çarçoveya bernameyekê de bajarîbûn pêk tê.
REWŞA ARAM
Yek ji pêşketinên herî girîng ên rêveberiya xweser jî ew e, tevî ku hîn nû ji nava şer derketiye û gefên giran ên êrîşê lê tên xwarin, di nava gel de şert û mercên jiyaneke aram û ewle hatiye afirandin. Hem di nava rojê de hem jî bi şev mirov bêyî bitirsin tevî malbata xwe dikarin li derve bigerin an jî li qadên hevpar ên jiyanê bin. Ev yek jî nîşan dide ku gel tirs ji ser xwe avêtiye.
TU ZANE KU XAK ÇI YE LAWO…
Eger hûn ji navenda bajêr derkevin û bikevin nava kolanan, hûn ê gelek tiştên ku ji bîr kirine careke din bibînin. Deriyên vekirî yên xaniyan, sohbeta germ a li ber çayê û gelek tiştên din ên mîna wan… Mîna ku dayikek dibêje, ‘Eger tu heval be’ ne girîng e ku tu ji ku hatiye, tu kî ye, tu jî êdî yek ji wan e. Eger hûn tevlî wê sohbetê bibin, hûn ê careke din fêhm bikin ku ew xak sedema hemûna me ye ku hin caran em beê xwe jê dizîvirînin, hin caran em ji dûr ve lê temaşe dikin.
Dayikên ku di nava deh deqeyan de me hev nas kirin, bi dilgermî em hembêz kirin û oxir kirin. Mîna ku dengê dayikekê ku dibêje ‘Tu zane ku xak çi ye lawo?’ tê guhê me… Piştre jî mirov fêhm dike ku xak dayik e, xak welat e.
JIN LI HER QADA JIYANÊ NE
Pêşketineke din a ku li Rojava balê dikişîne; rewşa jinê ye ku li xaka Rojhilata Navîn hebûna wê ji nedîtî ve dihat. Jin li vê xakê li her qada jiyanê ne. Di serî de qadên civakî, siyasî û leşkerî li her qadê jin bi xurtî hene. Mîna afirandina şoreşa Rojava di avakirinê de jî xwedî wezîfeyên girînge.
Li her qadê tê destnîşankirin ku Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Rayedarên jin diyar dikin ku jin pêşengên guherîn û veguherînê ne. Her wiha destnîşan dikin ku Şoreşa Rojava şoreşa li dijî zîhniyeta baviksalariyê ya li vê xakê ye.
HINDIKAHÎ NÎNE, HER KES BEŞEK JI VÊ ŞOREŞÊ NE
Pêşketineke din jî ew e ku her beşên civakê, her gel di nava vê sîstemê de hene. Gel û hindikahiyên ku di dema rejîma Baas de ji nedîtî ve hatin, di nava Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hîmên bingehîn in. Bi taybetî li Kantona Cizîrê ku nifûsa xwe gelek e Suryan, Keldan, Asûr, Ermen û gelek gel û hindikahiyên din hîmên bingehîn ên sîstema avakirinê ne.
Li bajarên Dêrik, Qamişlo, Rimêlan û Til Temirê gelek Xiristiyanên ku me bi hev re sohbet kirin, kêfxweşiya xwe ya ji rêveberiya xweser anîn ziman. Ji Xiristiyanên ku bi tirsa DAÎŞ’ê koçî Ewropayê kirin dixwazin ku vegerin xaka xwe.
Li bajarê Dêrikê yê kantona Qamişloyê me serdana Dêra Keldanî kirin. Li hewşa dÂerê bi dehan zarok û rêveberên dêrê em pêşwazî kirin. Piştre em hîn bûn ku zarok li dêrê perwerdeya bi zimanê xwe yê dayikê werdigirin.
Berdevkê dêrê Sîmon Keldanî got, “Mîna gelên din em Xiristiyan jî ji pêkhateyên bingehîn ên vê xakê ne. Bi sedan sal in em bi gelên din re li vê xakê ne. Me ti carî xwe li vê xakê weke hindikahî nedîtin.”
Tişta ku niha dewleta Tirk dixwaze êrîş bike û ji holê rake ev jiyana nû ye ku gelê herêmê di nava şert û mercên wekhev de ne.
Sibe: Zaorkên Firatê yên li paytexta tirsê