“Li ser vê axê, li dîwarê her malê wêneyek hatiye daliqandin û çîroka qehremanên bênav tê vegotin. Ev jî diyar dike ku ev şer bi çi awayî hatiye qezenckirin.”

Ji Çileya 2011’an û vir ve li ser axa Sûriyeyê gelek tişt guherî. Di wan deman de dihat diyar kirin ku temenê rejîmê hindik maye lê bi saya alîgirên wê Rûsya û Îranê hê jî li ser pêyan e. Komên mûxalefetê yên li ser navê veguherînê hatibûn avakirin jî piştre bûn maşika hêzên herêmî. Ev kom îro li qadê li ber qedandinê ne.

Ji xeynî rejîma Baas û çeteyên cîhadîst, hilbijartineke din a alternatîf heye; Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku Kurd pêşengiya wê dikin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku hinek kes naxwazin wê bibînin û hinek kes her dem gefan li ser wan dixwe lê li hemberî van tiştan jî dahatûya xwe ava dikin. Îro Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 32 ji sedê axa Sûriyeyê di destê wê de ye.

Her kesên ku ji destpêka Şoreşa Rojava ya 8 sal berê û heta niha wê dişopînin, dizanin ku li ser vê axê çi pêk hatiye. Em jî ji bo ku şahidiyê ji vî tiştî re bikin, em ketin rê.  Hê li Silêmaniyê bandora ambargoya li ser Rojava dan hîskirin. Gotin heke tu ji Bakur bî tu nikarî biçî Rojava. Lê dîsa jî nabe ku mirov neçe wan deran û em ketin ser rêyan. Nebêjin ku ev der axa Kurdistanê ye, li bendên kontrolê heke tu bibêjî ez Kurd im, gelek pirs ji te tên kirin.

Wekî mexdûrekî ambargoya PDK’ê ya li ser Rojava, piştî rêwîtiyeke dirêj û dijwar gihiştim Rojava. Kêlîkên ku piştî derbaskirina sînor bi rûkenî ji mirovan re digot ‘Merheba’, rêwîtiya rê dide jibîrkirin. Di tarîya şevê de di dema vexwarina çayê de rûyên bi hêvî ji te re qala ruhê şoreşê yê li vê axê dike.

ROJAVA YA KU 11 HEZAR ŞEHÎD DAYE

Êdî tu li wê Rojavayê ye ya ku 11 hezar şehîd daye. Ew bi rûyên ken li her kolan, bajar û rêyê derdikevin pêşiya te. Wê demê tu yê fêm bikî ku ev der welatê van kesan e ji bo mirovayetiyê xwe feda kirine.

Di dema rêwîtiya Dêrik, Rimêlan û Qamişlo de min ji Mahîr Huso pirsî yê ku di nav gelek berxwedanan de cih girtibû.  Huso got “Heke bîr û baweriya me tunebûya, wê li ser vê axê qala navê vî gelî jî nehata kirin. Rejîmê tirseke wisa ava kiribû ku, bi tenê rêya hezkirina ji celad mabû. Li ser avê axê diyar kiribûn ku Kurdek wê tu carî mafên wan bi qasî yê Ereban nebûya. Li gorî feraseta wan a siyasî yên ku li ser avê kêm bûn, mafê wan ê jiyanê nebû. Hemû kesên ku li ser vê axê xurt bûn, pergalake zordest ava kirin. Bi bandora vê ferasetê heta sala 2011’an li ser vê axê di warê exlaqî û civakî de kavilek ava kiribûn. Ji bo dahatûyê tu hêvî nehiştibûn.

ME FERASETA BERÊ GUHERAND

Erê, me beriya her tiştî ev feraset guherand. Me li ser vê axê diyar kir ku yê ku ‘kêm’ in jî û yên ku ‘zêde ne’ jî dikarin bijîn. Me hêza xwe wekî yên berê bi zordestiyê bi kar neanî. Me nîşan da ku li ser avê axê her kes dikare wekî hev azad be. Hemû kesên li ser vê axê dijîn dizanin ku xwediyê rastîn ên vê axê ne û ew ê careke din li hemberî tu kesên din stûyê xwe xwar nekin. Van mirovan ji bo tu berjewendiyê şer nekirin. Tekane daxwazeke wan hebû ew jî bi azadî li ser axa xwe bijîn. Li ser vê axê ciwanên Kurd, Ereb û Suryan ji bo armancekê şer kirin. Ew jî rêya jiyana bi azadî bû.

DU ÎDEOLOJIYAN ŞER KIRIN

Şerê li dijî DAÎŞ’ê ne hêsan bû. Ev kesên herî nêtxerab ên cîhanê bûn, ji bo kuştinê hatibûn ser vê axê. Li ser vê axê ne bi tenê me û wan şer kir. Li ser vê axê du îdeolojiyan şer kirine. DAÎŞ’ê fikreke dûrî vê serdemê ferz dikir û ji ber vê jî mirin dida ber çavê xwe. Hêza li hemberî wê jî ronahîya li hemberî tarîtiyê diparast. Bi danheveke salan a îdelojîk ji bo nirxên xwe berê xwe da mirinê. Bi derfetên hindik li hemberî wê fikra tarî şer kirin. Komek ciwanên xwedî bîr û bawerî şer kirin.

ÎRADEYA LI KOBANÊ YA KU DAÎŞ TÊK BIR

Bila tu kes nebêje me DAÎŞ têk bir. Îradeya li Kobanê DAÎŞ têk bir. Heke me li ber xwe neda û me îspat nekira ku em dikarin li Kobanê DAÎŞ’ê têk bibin wê kesên ku li vê berxwedanê temaşe dikirin, wê neketina nav hewldanan.

Di vî şerî de me 11 hezar şehîd da. Kesî nikaribû vê berxwedana me xeyal jî bike. Em ketin paytexta wan kesên ku tirs li ser dinyayê ava kiribûn û me li ser avê qira wan anî. Heke tilîlîya jinên Kurd nebûya û nirxên me nebûya, ma kê dikaribû DAÎŞ têk bibira?

Li ser vê axê li dîwarê her malê wêneyek hatiye daliqandin û çîroka qehremanên bênav tê vegotin. Ev jî diyar dike ku ev şer bi çi awayî hatiye qezenckirin”

Sibê: Jiyana li Rojava ya din şer û ambargoyê de!