Çawişê pispor ê Tirk Mûsa Orhan ku li Êlihê dest avêt jineke ciwan a 18 salî, li ser nerazîbûneke mezin hatibû girtin, lê piştre hate berdan.

Çawişê pispor Mûsa Orhan ku li Êlihê dest avêt Î.E. û kir ku xwe bikuje, li ser nerazîbûna raya giştî di 19’ê Tebaxê de hatibû girtin.

Orhan ê tecawizkar, piştî ku biryara girtina wî hate wergirtin ji aliyê Midûriyeta Emniyetê ya Sêrtê ve hatibû destgîrkirin û girtin û ew biribûn girtîgehê.

Tê payin ku rûniştina destpêkê ya darizandina tecawizkar di 16’ê Cotmehê de li 1’êmîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê dest pê bike. Dadgeha Tirk hefteyek piştgirî girtina tecawizkar, ew berda.