Ji civakan re bi demê re û ji ber guhertinên di warê siyasî, felsefî û fikrî de, prensîbên exlaqî û tercîha wê jî diguhere. Bi rastî jî civak bûyerek wer rewan û di nava herikandinê de ye ku dikare zû bi zû qalikên xwe yên kevinbûyî bavêje û xwe nû bike. Nûbûn dihêle ku civak hertim biherike û di cihê xwe de nemîne. Civakek zindî wek civakên li Kurdistanê ji ber kariye xwe li gorî şert û mercan biguherîne, li ser piyan mane.

Di van salên dawî de li Kurdistanê rengê baweriya gelê Kurd li gel pêşketina têkoşînê guheriye. Wateya jiyanê li Kurdistanê êdî ne wek ti caran e. Şoreşa li Kurdistanê çêbûye bêguman gelek guhertin bi xwe re aniye, guhertinên li Kurdistanê gelekî bingehîn in ku felsefeya jiyana civakê jî veguherandiye.

Çend roj beriya niha cejna pîroz a Qurbanê bû. Li gor kevneşopiyek di dema xwe ya çend hezaran salan de ev cejn di nava xelkên li Rojhilata Navîn de pêş ketiye. Her civakekê li gor felsefeya xwe ya jiyanê wateyek lê bar kiriye. Êdî cejna Qurbanê li Kurdistanê bi awayekî gelekî cuda tê pîrozkirin. Jixwe di serî de vê bêjim ku ya îro di cîhana îslamê de wek cejna Qurbanê tê pîrozkirin, mijareke rexneyê ye. Bi hezaran sewal têne kuştin û bi boneya vê jî cejn tê girtin! Her kes kêm û zêde di ferqa vê karesatê de ye. Di rastî de jîngeh di gelek waran de zirarê dibîne û em neçar in êdî têgîna xwe ya ji vê cejnê re jî biguherînin. Ya herî baş ew e ku civaka me li Kurdistanê, heta radeyekê kariye têgîna şaş a di bin navê cejna Qurbanê de biguherîne. Civak nikare wek 2 hezar sal berê vê cejnê pîroz bike, wateya jiyanê guhertiye. Ez pê dihesim ji ber civaka Kurd ew çend zindî ye ji bo wê kariye li gel ewqas êrîşan xwe li ser piyan bihêle. Wek mînak êdî Kurd di gelek cejnan de bi taybet di cejna Qurbanê de diçin ser gorên şehîdên xwe. Li her devera Kurdistanê ev wisa ye. Bi taybet li Rojavayê Kurdistanê min ev guhertina felsefîk dît. Bi rastî jî şoreşê gelek wate ji civakê re guherandiye.

Ziyaretkirina goristanên şehîdan êdî şûna gelek baweriyên şaş girtiye. Li gelek bajarên Rojava ji serê sibê zû ve bi hezaran gel berê xwe didin aramgehên şehîdan û gotin di cih de be, li dor şehîdan derdikevin tewafê. Ez dibêjim ev guhertinek wisa ji rêzê nîne. Ji bo cara yekê civakên li Kurdistanê bi tişta ji wan re pîroz e û pê bawer dikin, cejnê digirin. Ji bo wan cejna herî mezin ew e ku li ber serê kêla zarok, hevjîn yan jî hevrê û hezkiriyên xwe rûnên û ji wan re helbest û stranan bêjin. Gelek malbat jixwe xwediyê şehîdan in û ji bo zarokên xwe berê xwe dane aramgehê. Lê di aramgehên Rojavayê Kurdistanê de ne tenê şehîdên ji Rojava, ji her devera Kurdistanê û cîhanê kesên di oxira şoreşê de canê xwe feda kirine û şehîd bûne hene. Ya pîroz ji bo civaka Kurd îro şehîd e û ferz e ku di rojên pîroz de ew werin bibîranîn. Ya ji min re gelekî balkêş hat, êdî gel taybet ji ber şehîdek wê heye, naçe aramgehê. Ji ber şehîd li wir razane û cihek pîroz e gel berê xwe didin wir. Îmana xwe wisa kamil dikin. Baweriya xwe li aramgehan bihêz dikin û soza xwe nû dikin. Êdî li Kurdistanê ya girîng ne ew e ku xelk qurbanekê serjê bikin, ya girîng ew e ku serê sibê zû beriya her tiştî biçin tewafa şehîdan.

Dîsa mijara herî mirov pê hestiyar dibe ew e ku gelek hevrêyên ji deverên din ên Kurdistanê ku malbata wan nekarîne werin serdana gora wan, tên ziyaretkirin. Wek mînak li aramgeha şehîdan a bajarê Dêrikê, gora hevrê Hîwa Sine heye. Hîwa ji bajarê Sine ye û li Herêma Firatê şehîd bû. Hîwa ji xelkê me yê Rojavayê Kurdistanê re sembola hezkirin û evînê ye. Bi rastî dema min girseya zêde ya xelkê li ser gora wî dît, pê hesiyam ku civak bi çi bawer bike, çi ji civakê re tiştên hêja bîne û wê mezin bike, ew bi wê bawer dike û diperestîne. Ya xwe jê re feda kiriye, di oxira azadiya wê de canê xwe daye, ew jê re pîroz e. Êdî ji xelkê re ziyaretkirina gorên şehîdan ji serjêkirina sewalekî gelekî girîngtir û watedartir e. Dema min jor jî behsa guhertina wateyê li Kurdistanê kir, jixwe mebesta min ev rewş bû. Guhertina hişmendiya civakê, baweriya wê jî diguherîne. Li gor şert û mercên xwe û baweriya xwe, civak cejnên xwe pîroz dikin. Hişmendiyek demokratîk û ekolojîk li ser bingeha azadiya jinê, civaka Kurdistanê gelekî guhertiye. Tam di vê xalê de em dikarin behsa şoreşa zihnî ya li Kurdistanê bikin.

Ziyaretkirina hemû gorên şehîdan, tenê ne ya ewladên xwe, hestek demokratîk e ku di civaka me de çêbûye, ji ber sînor rabûne. Çandina gulan û paqijkirina aramgehan ji hezkirina jîngehê tê û ev guhertinek e. Zêdebûna girseya jin û dayikan li ser aramgehan, zêdebûna hêjmara şehîdên jin û ziyaretkirina mezarên van jinên qehreman, pîrozkirina wan ji aliyê xelkê ve, bi serê xwe şoreşa mezin a jinê ye. Wateya cejnê li Kurdistanê guheriye û ev jî yek ji deskeftiyên şoreşa azadiyê ye.

Gelawêj Ewrîn