Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin. Dewleta Tirk roj bi roj li nav xaka Iraq û Herêmê baregehên nû ava dike û dagirkeriya xwe berfireh dike.

Ji ber nakokî û pirsgirêkên nava aliyên siyasî yên Kurdî dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî gelê Kurd zêdetir û berfirehtir dike. Kesayetên ji beşên cudayên civaka Silêmaniyê di derbarê mijarê de ji Rojnews’ê re axivîn.

Kesayetên ji beşên cuda yên civaka Silêmaniyê ragihandin ku dewleta Tirk a faşîst ji bo tinekirina nasname û formên gelan dixebite, ji ber vê di şeran de serî li çekên qedexekirî ku dibin desthilatdariya kapîtalîst de tên hilberandin dide û ev teknolojî li dijî berjewendiyên gelan bikartîne.

Nivîskar Berhem Kakezal û Mamosta Kawan Letîf axivîn..