Rejîma Îranê vê carê girtiya Kurd Zeyneb Celaliyan sirgûnî Girtîgeha Kêrman kiriye. Dema beriya niha Celaliyan sirgûnî girtîgeheke din kiribû bi şewba vîrûsa koronayê ketibû.
Li Îranê aktivîsta jin a Kurd Zeynab Celaliyan dema ji Girtîgeha Xoy 21’ê Gulanê sirgûnî Girtîgeha Qereçek kirin bi şewba koronayê ketibû. Celaliyan ji ber nedermankirinê û şertên giran ên girtîgehê 21’ê Hezîranê dest bi greva birçîbûnê kiribû.
Xizmên Zeyneb Celaliyan a agahî da Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistan (KMMK) ragihandin ku Celaliyan 27’ê Hezîranê ji Girtîgeha Qereçek sirgûnî Girtîgeha Kêrman kiriye.
REWŞA TENDURISTÎ XIRAB E
Suheyla Hicabî ya li gel Celaliyan di heman girtîgehê de dima, rojên borî ragihandibû ku rewşa tenduristî ya Celaliyan xirab bûye.
Aktivîsta ji Makû Celaliyan a 38 salî ji ber sûcê endambûna partiyeke Kurd cezayê heta heta ya girtinê lê hatiye birîn. Celaliyan 13 sal in girtî ye.