Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, li ser hilbijartinên Başûrê Kurdistanê jî got; Barzaniyan qedera xwe bi temamî bi AKP’ê ve girêdane, bi MHP’ê ve girêdane.

Eger ku Barzanî dixwazin hilbijartin taloq bibe, sedema wê yên esasî hene. Yek, ew xiyaneta ku li Kurdan kir. Ya duyemîn jî, dizî, gendelî û karên qirêj ku kirine wê eşkere bibin.

Bayik dazann ku Barzanî, ne tenê dijminatiy PKK’ê, dijminatiya tevahiya gelê Kurd dikin. Siyaseta ku wan li gel dewleta Tirkiyê , li dijî Kurdan teva ye û rastiya wan nîşan dide.

Piştî ku AKP li Tirkiyê di hilbijartinê de derbeke mezin xwar. Barzanî jî wê weke AKP’ê darbeyek meizn bixwe. Lewma dixwazin hilbijartin taloq bibe.

Windakirina PDKe di hilbijartinê de, tê wateya ku ew ê îmkanên di destê xwe de winda bikin.

Îro, li holê hikumeteke Başûr nîne. Bi navê hikumetê mala Barzanî hikum dikin. Desthilatdariya talanê heye.

AKP li Bakur, li Tirkiyê talanê dike, xwe dewlemend dike, Barzanî jî talaneke mezin dike û xwe dewlemend dikin.

Li Amerîka, li Xalîç cihê wan hene, vîlayên xwe hene, di bankayan de milyarên wan hene. Mixabin li Başûr gel birçî ye, birçîbûn zêde dibe. Mûçeyan jî nadin, karker û karmendan.

Eger rast e û wan ji bo Kurdîtiyê têkoşînê dikin, ji bo gelê Başûr têkoşînê dikin, eger demokrat in, azadîxwazin wê demê çima naçin hilbijartinê?

Barzanî jî dibêjin li Başûr her tişt bê kêmasî dimeşe. Dibêjin, di zindanan de nûçegihan nînin.

Halbûkî hinek hene ku li zindanan kes nikarin wan bibînin. Parêzer jî nikarin biçin wan bibînin. Yanî zilmeke mezin li ser gel dimeşînin.

Gelê me yê Başûr li Behdînan jî li Soran jî gelekî qurbanî dan. Bi hezaran şehîd dane. Ev şehadet ne ji bo wê yekê bûn ku di dewsa Saddam de dewleta Tirkiyê bê li Başûr desthilatdariyê bike.

Eger ku gelê me yê Başûr têkoşîn kir, pêşmerge bi hezaran şehîd ketin, kîmyasal bi serê wan de hat, ji bo ku xwe ji dîktatoriyê rizgar bike, ji bo azadiyê bijî, demokratîkbûnê bijîn ew hemû pêk anîn.

Mala Barzanî, dewleta Tirkiyeyê aniya Başûr û di dewsa Saddam de dewleta Tirkiyê li Başûr bi cih kiriye. Çi eleqeya vê bi Kurdîtiyê re heye?

Gelê me yê Başûr welatparêz e, têkoşer e, gelek şehîd dane û divê vê yekê qebûl neke.

Gelê me yê Başûr, Behdînan jî di nav de, ji dîktatoriya Barzaniyan nerazî ye. Ew ê li dîroka xwe xwedî derkeve, li nirxên xwe xwedî derkeve, li statuya xwe xwedî derkeve.

Cemil Bayik herî dawî got; . Yê ku statuyê diparêze PKK ye. PKK ji bo vê qurbaniyan dide. Ne tenê ji bo Başûr, ji bo tevahiya Iraqê gelek qurban da, têkoşiya.

Ew pêşmergeyên ku şehîd bûne jî , ne ji bo ku Barzanî, PDK têkevin xizmetên Tirkiyê, Başûr jî bikin wîlayeteke dewleta Tirkiyê, . ji bo azadî û demokratîkbûna welat şehîd bûne.

Hin keêsan ku ji Barzaniyan pereyan digirin, propagnedeyek xerab dikin.Divê gelê me di vê nuqteyê de hessas be. Yê ku li azadiya Rêber Apo xwedî dernakeve, li Kurdistanê xwedî dernakeve, li dijî dewleta Tirkiyê nasekine, li dijî xiyanetê nasekine nabe welatparêz.

Divê Kurd pîvanên xwe hebin. Pîvanên xwe jî pîvanên welatparêziyê ye. Welatparêzî jî li dijî dagirkeriyê, li dijî xiyanetê rawestîn e.