Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji malpera Şar Press a Başûr re axivî, tevgera li Bradostê nirxand balkişand ser tevgera zêde ye PDK’ê ya li herêmê.

Cemîl Bayik got, şandina vê hêzê ji bo herêmên Biradost, Sîdekan dewama pîlan û êrişên li ser herêmên parastinê yên medya ye, ku dewleta Tirk pêk tîne.

Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik ev tevgera PDK’ê ya li vê herêmê weke berhema hevdîtinên Hakan Fîdan ên bi rayedarên PDK’ê re destnîşan kir û wiha dewam kir:

Ti hewldan û daxwaza me ya şerê bi PDK’ê re nîne. Lê em şandina şandina vê hêzê weke amadekariya ji bo şerekî dinirxînin. Li hemberî vê yekê jî em bi şiyarî û berpirsiyarî tevdigerin.

Heke PDK vê helwesta xwe bidomîne, çiqasî em nexwazin jî wê bivê-nevê şer biqewime.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo ev şer neqewime, bang li rewşenbîr, welatparêzên Kurdistanê û aliyên pêwendîdar hemûyan kir, ku bi hestiyarî tevbigerin, rê li pêşiya vê şerî nayê xwestin bigirin.