Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Yunus Atîk (Bahoz Argeş) ku 23’yê Îlonê li Baykanê ya Sertê di dema operasyona artêşa Tirk de di şerê dijî artêşa Tirk de şehîd bûbûn, li Amedê hate veşartin. Cenazeyê Atîk piştî ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê hate teşhîskirin malbatê anî Amedê.

POLÎSAN GORISTAN DORPÊÇ KIR
Goristana Yenîkoyê ku cenaze anîbûn wir, ji hêla bi sedan polîsî û wesayitên zirxî ve hatibû pêçan.
Nehiştin ku Wekîla Amedê ya HDP’ê Salîha Aydenîz, rêveberên HDP’ê, MEYA-DER’ê û gel têkevin nav goristanê. Endamên malbatê piştî ku polîsan nasname seh kirin karibûn bikevin nav goristanê.
Wekîl Aydenîz dema ku xwest biçe nav goristanê polîsan asteng kir û gengeşî derket.

WEKÎL HELWEST DIJÎ POLÎSAN NÎŞAN DA
Aydenîz li dijî helwesta kêfî ya polîsan helwest nîşan da, midûrê polîsan ku vê navbeynê tiliya li xwe Aydenîz hejand. Aydenîz got, ‘’Tu nikarî tiliya xwe li min bihejînîn. Li gorî kîjan hiqûqê hûn tevdigerin û min asteng dikin? Ev cenazeyê zarokê gelê min e.’’

Cenazeyê Atîk ji hêla endamên malbatê ve hate veşartin.