Cenazeyê dîla azadiyê Ayten Beçet ku li dijî tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li girtîgeha Gebze çalakî pêk anî û şehîd bû, di bin dorpêça leşkerên Tirk de û di tarîtiya şevê de hat definkirin. Leşkeran tenê destur da ku dayîka Beçet Fatma Beçet, bavê wê Sabrî Beçet û ji malbatê 20 kes tevlî merasîmê bibin. Leşkeran li ser fermana ku ji wan re hatiye, destur nedan ku parlamenter tevlî merasîmê bibin.


Cenazeyê Ayten Beçet ku duh ji aliyê polîsên Tirk ve li Stenbolê hatibû desteserkirin, şevê din bi balafirên anîn Dîlokê.

Li ser vê agahiyê, bavê Ayten Beçet Sabrî Beçet ku ji bo wergirtina cezane ber bi Stenbolê ve derketibû rê û gihîştibû Enqereyê, carekedin vegeriya Dîlokê.

Polîsên Tirk li daketina bajarê Dîlokê Sabrî Beçet bi darê zorê bir goristana Yeşîlkent ku cenaze lê dihat sekinandin.

Polîsan li taxê astengî derxist

Piştî ku hat zanîn polîsan Sabrî Beçet bi zorê biriye goristanê, parlamenterên HDP’ê Mahmut Togrul, Ayşe Surucu, Omer Ocalan, Fatma Kurtulan, Ridvan Turan, Tulay Hatîmoglullari, Salîha Aydenîz û Semra Guzel, li gel dayika Aytenê Fatma Beçet û xizmên wan, ber bi goristanê ve derketin rê. Lê polîsên ku tax dorpêç kiribû, nehiştin ku parlamenter û endamên malê ji taxê derkevin.

Li ser astengkirinê di navbera polîsên ku bi wesayîtan hemû rê girtibûn û parlamenteran de nîqaş derket. Polîsan gotin ku ew destûr nadin parlamenter tevlî merasîma cenaze bibin, tenê endamên malbatê dikarin biçin. Di encama nîqaşên dirêj de, destûr hat dayîn û parlamenter li gel endamên malbatê bi wesayîtan berê xwe dan goristanê.

Li goristanê jî astengiya leşkeran

Parlamenter û endamên malbatê ku hatin ber goristanê, vê carê ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin. Leşkerên ku wesayîtên leşkerî pêşiya goristanê girtibûn destûr nedan parlamenteran. Fermandarê leşkeran got ku ji wan re ferman hatiye, lewma em destur nadin ku parlamenter tevlî merasîmê bibin.

Di encama hewldanên dûrudirêj de destur hat dayîn ku dayika Aytenê Fatma Beçet, bavê wê Sabrî Beçet û nêzî 20 endamên malbatê derbasî goristanê bibin.  Endamên malbatê yên ku derbasî goristanê bûn, di nava tarîtiya şevê de cenazeyê Ayten Beçet spartin axê.