Cemîl Kaçar ê ku li navçeya Silopiya ya Şirnexê di dema çêrandina pez de pê li mayinê kir û jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wî li Sêrtê hate veşartin.

Cemîl Kaçar li bejahiya gundê Hesena yê ser bi navçeya Silopiya ya Şirnexê, dema ku pezê xwe diçêran pê li mayinê kiribû û jiyana xwe ji dest dabû.

Piştî otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê cenazeyê wî birin warê wî Şêrtê.

Li dû nimêja li Mizgefta Şêx Mûsa cenazeyê Kaçar ji aliyê xizmên wî ve li Goristana Şêx Mûsa hate veşartin.