Ergun Akdogan, 27 sal bûn girtî bû û herî dawî li Girtîgeha Tekirdag, Tîpe F, hejmar 1 daihate girtin.
Di 13’ê Nîsanê de xwîn çû ser mejiyê wî û li Nexweşxaneya Tekîrdagê, di 23ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Akdogan, ji bo definkirinê birin navçeya Dêrsim Xozatê .
Piştî torena olî ya li Cenxaneya Xozatê, cenazeyê Akdogan birin mezra Axweşî ya gundê Lolan Tanîrê.
Hevseroka Giştî ya DBPe Çîgdem Kiliçgun Uçar, rêveberên DEM Partî, Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak û gelek kes tevlî merasîma definkirinê bûn.
Li Gorîstanê, Çîgdem Kiliçgun Uçar, axivî û got;
Li girtîgehan bi hezaran girtiyên nexweş hene.
Wan naşînin nexweşxaneyan û wan di mercên giran de digirin.
Em îro di şexsê heval Ergun de, xwedî li têkoşîn, ziman, nasname, azadî û xaka xwe derdikevin.
Em soza xwe dubare dikin ku em girtiyên nexweş û tevahiya girtiyên siyasî bi tenê nehêlin.
Piştî axaftinan, cenazeyê Akdogan li goristana gund hate definkirin