Bi sedan şêniyên navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê cenazeyê şehîd Abdullah û Egîd ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn li Goristana Şehîdan a navçeyê spartin axê.
HESEKÊ
Bi sedan şêniyên navçeya Til Temirê cenazeyê şervanê YPG‘ê Elî El-Ehmed (Abdullah Temir) ku di 14‘ê Sibatê de û şervanê QSD‘ê Mihemed Emîn Ebdulqadir (Egîd Til Temir) ku di 10‘ê Sibatê de di Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de şehîd dibûn ji bo navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîdan a navçeya Til Temirê ve oxir kirin.
Li goristanê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin û ji aliyê şervanên QSD‘ê ve merasîma leşkerî pêk hat.
Paşê bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk axaftin ji aliyê Hevserokê Desteya Karûbarên Civakî Mihemed Hesen Ebûd û bi navê malbatên şehîd Abdullah û Egîd hatin kirin.
Di axaftinan de rola şehîdan a rizgarkirin û parastina herêmê ji komên terorîstan hate destnîşan kirin û soza şopandina rêya wan hate dayîn.
Paşê rêvebera Kongreya Star Gulîxan Dahir nasnameyên şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.
Cenazeyê şehîdan di nava dirûşme û tilîliyên dayikan hatin veşartin.
ANHA