Rêber Soydan ciwanekî 20 salî bû.

Beriya bi 2 salan li navçeya Colemêrgê Geverê hat girtin.

Bi îdiaya ‘Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê’ dihat darizandin.

Ji ber vê îdiayê cezayê muebbeta giran, bi giştî 53 sal cezayê hefsê lê hatibû birîn.

Hat ragihandin ku Rêber li hucreya yek kesî dihat ragirtin.

Weke her carê rêveberiya zîndanê li malbata şehîd Rêber geriya ye û gotiye, kurê we xwe kuştiye.

Cenazeyê Rêber Soydan ji bo otopsiyê rakirin nexweşxaneya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê.

Piştî rapora otopsiyê cenaze radestî malbata wî hate kirin.

Cenazeyê şehîd Soydan di rê de, li gelek noqteyên leşker û polîsan hate rawestandin.

Tevî hemû astengiyan cenaze bi tevlîbûna malbat, endamên DBP, DEM Partî û endamên TUHAY-DERa Wanê û bi girseyî hate veşartin.

Beriya veşartinê wesayîta cenazeyî li çaryana Nexweşxaneya Geverê ji aliyê polîs û leşkeran ve hate dorpêçkirin û destur nedan ku cenaze li nexweşxanê û mizgeftê were şûştin.

Malbatê, li ser astengkirinê cenaze li malê şûşt.

Piştî ku pêdiviyên olî hatin pêkanîn, cezaneyê Rêber Soydan, li Goristana Asrî ya Bajêrgehê bi girseyî hate veşartin.

Hevserokê DEM Partî yê Geverê Ercan Sevmez, li gorîstanê axivî sersaxî xwest û da zanîn ku dê şîn li mala malbatê were danîn.