Şehîd Delîla di 13’ê vê Hezîranê de di qezayekê de şehîd bû.

Girseya ku cenazeyê Şehîd Delila ji Nexweşxaneya Şehîd Hogir a Dêrikê girt, bire Goristana Şehîd Xebat Dêrik.

Li gorîstanê piştî rêzgirtinê, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Mihemed Cemîl û endama Meclisa Dêrikê Zeyneb Mihemed axivîn û diyar kir ku ew ê di riya şehîdan de têkoşînê bikin û nirxên şoreşê û xaka herêmê biparêzin.

Herî dawî wesîqeya şehadeta şehîd Delîla Cûdî hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Piştre şehîd bi tilîli û diruşmeyan hate veşartin.