Şervanê Hêzên Ewlekariya Hundir Ehmed Elî Hadî, di 9’ê Hezîranê de dema li ser erka xwe bû şehîd bû.

Girseya gel, cenazeyê şehîd Ehmed Elî Hadî bire Goristana Şehîd Dijwar.

Piştî rêzgirtinê, endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatme Ehmed, axivî û got;

Şehîd Ehmed bi penabertiyê nefikirî, lê hezkirina welat û girêdana bi axê ve da pêşiya wê.

Ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundir Idrîs Oso jî axivî û got:

Şehîd Ehmed ji dema tevlêbûna di 2021’ê û heta şehadetê mînaka biratiya gelan bû.

Li kêleka hevriyên xwe çek hilgirt û parastina ewlehî û aramiya herêmê kir.

Di dawiyê de endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Guljîn Ehmed, wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbata şehîd kir.

Cenazyê şehîd bi diruşme û tilîlyan hate veşartin.