Cenazeyê Ebrû Tîmtîk a di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da ku ji aliyê polîsan ve hate revandin, anîn Cemxaneya Gaziyê.
Cenazeyê parêzer Ebrû Tîmtîk ku di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê polîsan ve ji Saziya Tipa Edlî ya li Yenîbosnayê hate revandin. Cenazeyê Tîmtîk di nava dorpêçiya polîsan û maşînên zirxî de anîn Cemxaneya Gaziyê.
Cemxaneya Gazî hatiye dorpêçkirin. Wesayitên TOMA li derdorê hatine bicihkirin û bend li ser hemû rêyên li herêmê hatine danîn. Xizmên Tîmtîk, hevalên wê li hewşa Cemxaneyê ne.
TÊ PAYIN KU DAXUYANÎ BÊ DAYIN
Helîkoptera polîsan li derdora Cemxaneyê difire.
Girseya gel li benda daxuyaniya Baroya Stenbolê ya li Taksîmê ye. Piştî daxuyaniya li Taksîmê wê girseya gel derbasî Cemxaneya Gaziyê bibe.
Birayê Tîmtîk ê girtî Barkin Tîmtîk ji bo tevlî merasîmê bibe destûr xwest. Li gorî encamên serlêdanê wê cenazeyê Tîmtîk îro yan jî sibe bê veşartin.