10 şervanên YPG-QSD di êrîşa 24’ê Mijdarê ya di qonaxa dawîn a pêngava Bager Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ya li Dêrazorê de şehîd bûn; Mihemed Selim (Mêmetî), Ehmed Hemdan (Çekdar), Ehmed Îsa (Cemal Reqa), Momar Wûsif (Xetab), Ebid Taha (Kendal), Cuneyd Ebdulah, Ebdil Wehab (Ronî Serêkaniyê), Eymen El Mihemed (Zinar Reqqa), Simaîl Mistafa (Seqir) û Ehmed Himêdan (Çekdar Heleb) bi merasîmeke girseyî li Goristan Şehîdan a Serêkaniyê hatin veşartin.
Merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve dest pê kir. Paşê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Merwan Xelo axivî û wiha got: “Em ê li ser soza xwe ku me dabû şehîdan, bin û armancên wan pêk bînin. Şehîdan ji canê xwe pira azadiyê ava kir û jiyaneke azad ji bo gelê xwe afirand.”
Ji fermandarên YPG’ê Îsmaîl Memo axivî û destnîşan kir ku bi şehîdbûna her endamekî ew soza xwe nû dikin. Memo wiha got: “Di demeke nêz de ew ê herêmên Dêrazorê mîna herêmên din ku me rizgar kirine, ji destê terorê derxin, hemû destkeftî bi saya qehremanan in.”
Paşê li ser navê malbatên her deh şehîdan axaftin hatin kirin. Malbatan soza şopandina rêya şehîdan nû kir. Piştî axaftinan, wesîqeta şehîdan ji aliyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Elî Ferhan ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Girseyê cenazeyên şehîdan hilgirtin ser milên xwe û di nava dirûşmeyan de spartin axê.