Di sînorê di navbera Tirkiye û Yewnanistanê de ku agir lê derketibû, cenazeyên 20 kesan hatin dîtin.

Wezareta Navxweyî ya Yewnanistanê ragihand ku, tîmên agirvemirandinê termê 20 kesan li daristanên sînorê di navbera Yewnanistan û Tirkiyeyê de dîtine ku hemû bi temamî şewitîne û gûman tê kirin ku koçber bin.

Wezaretê diyar kir ku ji bo lêgerîna cenazeyên di nava daristanan de û birîndaran tîmek destwerdana lezgîn hatiye pêkanîn. Eger koçber li wan daristanan hebin wan veguhêzin cihên aram.

Di daxuyaniya Wezaretê de hate gotin ku cihê ku cenazeyên şewitî lê hatiye dîtin, xeta derbazbûna bi qaçaxî ye ku koçber ji Tirkiyeyê derbasî Yewnanistanê û ji wê derê jî derbasî Ewropa dibin.

Ev nêzî du hefteyane ku agirekî gur û mezin bi daristanên Yewnanistanê ketiye û bi hezaran kes ji ber şewatê koçber bûne û ziyaneke mezin gihiştiye nîştecihên herêmê.