Bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê li Qamişloyê pîrozbahiyeke bi heybet hate lidarxistin. Çend wêne ji vê pîrozbahiyê…
Salvegera 9’an a Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê di serî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li çar aliyên cîhanê tê pîrozkirin.
Ev hefteyeke li her devera Rojavayê Kurdistanê pîrozbahî û çalakî tên lidarxistin. Pîrozbahiya fînalê jî li bajarê Qamişloyê li Stada 12’ê Adarê pêk hat.
Bi beşdariya pêkhateyên Kurd, Ereb, Ermen, Suryan, Asûrî û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser pîrozbahiyeke bi coş hate lidarxistin û bi gerandina govendê bi dawî bû.
Çend wêne ji pîrozbahiya fînalê ya Qamişloyê ku li ber objektîfa ANF’ê ketin…








