Doh, li kantona Cinevê ya Swîsre refranduma li ser, qedexekirina sembolên nefretê hate pêkanîn.
Hat diyar kirin ku dinava wan sembolêan de sembolên Naziyan jî hene û di encama referandumê de wê hemnû sembolên nefretê werin rakirin.
Qedexeya sembolên nefretê, beriya niha, di asta federal de bi pêşnûmeya di meha Nîsanê de ji aliyê parlamenterên Swîsrê ve hatibû qebûlkirin.
Di pêşnûmeyê de bang li desthilatdariyê hate kirin ku ji bo li qadên cemaweriyê sembolên Naziyan jî di nav de, hemû sembolên nefretê werin qedexe kirin.
Li gorî ajansa Swîsre Keystone-ATS, Cinevê, di referanduma doh de, bû kantona yekemîn ku qedexekirina sembolên nefretê ji qadan rake.