Di nav de cerdevan jî hîn derdorên li Mêrdînê bi hinceta ‘kîrakirina malan’ welatiyên êzidî yên ku naxwazin biçin kampên Hatay, Kîlîs û Rihayê dişêlînin. Hat zanîn ku cerdevanan êrîşî HDP’iyên ku xwedî li êzidiyan derketin jî kirin û gefa; ‘Ger ku ji me re namûs pêwîst bike em ê ji wan namûsê, ger pere pêwîst bike jî dê ji wan bi zorê pereyan bistînin. Hûn xwe tev li vî karî nekin.’ xwarine  

Midûriyeya Giştî ya Rêveberiya Koçe ya Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê demek berê 5 kampên penaberan ên li Semsûr û Mêrdînê vala kiribûn û ragihandibûn ku dê kampan bibin nav kampên Hatay, Kilîs û Rihayê. Valakirina kampa li Mîdyadê jî hîn berdewame. Li kampê gelek malbatên êzidî hene û heta niha gelek malbatên ji koçberên Sûriyeyê birin kampên ser sînor.

Hat zanîn ku êzîdiyên ku nexwestin biçin kampên din, xwestin xaniyan ji xwe re kirê bikin. Lê derket holê ku hin kes ku di nav van de cerdevan jî hene, xwestin ku bi bihayekî zêde xaniyan bidin êzidiyan û wan bişelînin. Hate gotin cedevan bi komîsyonan û bi bihayekê zêde xwestine ku welatiyên êzidî li malên ku wan diyar kirine, bi cih bikin.

Cerdevanan êrîşî HDP’iyan kir

Piştî ku welatiyan hay ji rewş bûy jî serî li Komîsyona Hevgirtina Şengaliyan dan ku ev komîsyon ji hêla Rêxistina HDP’ê ya navçeyê ve hatiye vekirin. HDP’yî û êzidî ji bo çareserkirina pirsgirêkê hatin cem hev. Piştî vê hevdîtinê jî komeke ku di nav wan de cerdevan jî hebûn êrîş birin ser HDP’yiyan. Hat zanîn ku di encamê de HDP’iyê bi navê Firat Kuçukaslan ê suryan birîndar bû. Der barê mijarê de Kıçukaslan ku laşê wî reş û şîn bûye da zanîn ku êrîşkaran gefa ‘xwe zêde tev li vî karî nekin’ xwarine.

Bi kiryarên DAIŞ’ê gef xwar

Di berdewamê de jî Kuçukaslan destnîşan kir ku cerdevanan ji wan re gotine, ‘Dema ku namûs ji me re hewce bû ji van mirovan em ê bi zorê namûsê jî bistînin, dema ku pere lazim bûn em ê pereyan jî bi zorê bistînin. Hûn tev li vî karî nebin. Heke hûn tev bidin wê gelek tiştên xirab jê derkevin.’ Rêveberê HDP’ê yê Mêrdînê Huseyîn Alper jî anî ziman ku êrîşkar peywirdarên dewletê ne û xwedîderketina li êzidiyan bi xweşiya wan neçûye.