Polîsên Norwêcê ragihand, ku cesedê destpêka vê salê li Qenala Îngiliz a li qiraxa welêt hate dîtin, yê pitikekî 15 mehî yê ji Rojhilatê Kurdistanê ye, ku winda bû.

Li gorî daxuyaniya polîsan, zarokê bi navê Artîn dema ku bi malbata xwe ji Fransayê diçû Îngilistanê, ji ber ku keştî noqî binê avê bû, winda bûbû. Malbata ji bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê ji Rasol Îran-Nejad (35), Shîva Mohammed Panahî (35) û zarokên wan Anîta (9), Armîn (6) û Artîn (15 mehî) pêk dihat. Cenazeyên hemûyan hatibûn dîtin, lê Artîn winda bûbû.

Polîsên Norwêcê ragihand ku cesed li nêzî Karmoyê li qiraxa başûrrojavayê welêt ji aliyê du karmendan ve sersalê hatibû dîtin.

Di encama testa DNA’yê de eşkere bû ku cesed ê Artîn e.

Malbata Artîn wê ji aliyê xizmên wî yên li Ewropayê ve ji bajarê Serdeştê re bê şandin.