Îsa Ebdulfeta Hemûd ku îstîxbarata Tirk bi kuştina malbata wî gef lê xwar û ew wezîfedar kir ku jehrê bixe nava xwarina şervanên QSD’ê, der barê têkiliyên navbera dewleta Tirk û çeteyan de agahiyên girîng da.
Dewleta Tirk ku bi rê û rêbazên cuda êrîşên xwe yên li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê didomîne, piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dawî li hebûna çeteyên DAÎŞ’ê anî giranî da ser êrîşên hucreyên razayî.
Hêzên QSD’ê û YP’ê rojên dawî li herêma Firatê operasyonên taybet pêk anîn û gelek kesên têkiliya xwe bi îstîxbarata Tirk û DAÎŞ’ê hene tevî teqemeniyan zevt kirin. Endamên çete yên hatin zevtkirin der barê planên qirêj ên îstîxbarata Tirk û DAÎŞ’ê yên li dijî herêmê û bûyerên kuştinê de agahiyên girîng dan.
RÊBAZÊN QIRÊJ ÊN MÎT’Ê
Çeteyên DAÎŞ’ê yên hatin zevtkirin li xwe bikur hatin ku hewl dane rûspiyên herêmê bikujin, bi kincên QSD, YPG û hêzên xweparastinê yên herêmê sivîlan birevînin, fîdye bixwazin û êşkenceyê bikin. Îsa Ebdulfetah Hemûd ê ku meh û nîvek beriya niha li Reqayê hate zevtkirin qala rêbazên qirêj ê dewleta Tirk kir.
Hemûd diyar kir, ew hatiye wezîfedarkirin ku tevlî nava QSD’ê bibe û jehrê bixe nava xwarina şervanan. Hemûd anî ziman, fermana vê yekê kesê bi navê Ebû Hela daye wî ku li Tirkiyeyê ye û welatîbûna Tirkiyeyê ji wî re hatiye dayin. Hemûd ragihand, Ebû Hela gef lê xwariye ku eger vê yekê qebûl neke wê malbata wî bikuje.
LI SÎNORÊ ÎDLIB-HATAYÊ ‘BAZIRGANÎ’
Hemûd ku ji herêma Meskene ya Helebê ye, anî ziman ku sala 2016’an ji bo kar bike di ser Îdlibê re çûye Tirkiyeyê û demekê li navçeya Zeyntînbûrnû ya Stenbolê xebitiye. Hemûd iyar kir, piştî ku demekê li Zeytînbûrnûyê li gel xalê xwe zewiciye kesê bi navê Ebû Hela yê ku tê gotin ji Dera ye nas kiriye û got, “Ebû Hela pêşniyar li min kir ku li sînorê Îdlib-Tirkiyeyê bazirganiyê bikim, min qebûl kir.”
Hemû diyar kir, ku ew hatiye Hatayê û li ser sînor dest bi kar kiriye, li wê derê Ebû Hela karê li ser sînor dikir. Hemû bal kişand ser deriyên sînor ên ne fermî yên navbera Hatay û Îblibê û anî ziman ku dewleta Tirk ev deriyên sînor ên ne fermî ji bo saetekê bi 32 hezar dolarî kirê dike.
‘ME DERIYÊ SÎNOR JI BO SAETEKÊ BI 32 HEZAR DOLARÎ KIRÊ DIKIR’
Hemûd got, “Dema ku min li ser sînor dest bi kar kir, rojekê li Tirkiyeyê bûm, rojekê jî li Sûriyeyê. Me timî malzeme û mirov di sînor re derbas dikir. Ne girîng bû te çi di sînor re derbas dikir. Lê demeke xwe hebû. Her saeteke xwe 32 hezar dolar bû. Dema ku te 32 hezar dolar dida wan wê demê saetekê deriyê sînor dibû yê te, te çi bixwasta dikarîbû jê derbas bikirabûya.”
DERIYÊN SÎNOR ÊN NE FERMÎ
Hemûd diyar kir, ew deriyê sînor ê ne fermî çend kîlometre dûrî Deriyê Sînor ê Cîlvegozu (Bab El Hawa) bû û leşkerê bi navê Emrah ê bi paye lê berpirsyar bû. Hemûd got, “Ew deriyê sînor fermî nîne. Ji wê derê wesayit derbas nabe, tenê mirov û eşya derbas dibin. Karê kirêkirina deriyê sînor ji aliyê Ebû Hela ve dihate kirin. Me kes û malzemeyên ji sînor derbas bikin dianîn devereke nêzî derî û dema ku saeta me dihat me derbas dikir.”
‘BI KUŞTINA MALBATA MIN GEF XWARIN’
Hemûd ragihand, li restoranteke bi navê “Ebû Hela” ya li otogara Enqereyê bi kesê bi navê Ebû Hela re Hezîrana sala 2018’an pirsgirêkek di navbera wan de derketiye û ji kar derketiye. Hemû anî ziman, piştî ku ji kar derket vegeriya gel malbata xwe ya li Meskene û diyar kir, Ebû Hela piştî demekê bi rêya telefonê xwe gihandiye wî.
Hemûd got, “Dema ku ez li vir bûm rojekê Ebû Hela li min geriya û li hin tiştan pirsî. Li nuqteyên leşkerî rewşa hêza leşkerî ya li vê derê pirsî. Gelek caran bi telefonê digeriya. Ji min xwest ku biçim Reqayê, tevlî QSD’ê bibim û ji bo wî bixebitim. Dema ku min jê re got ku ez qebûl nakim, wêneyên mala me û malbata min a li Meskeneyê nîşanî min da û gef xwar ku eger bi ya wî nekim wê her roj yekî ji malbata min bikuje.”
Hemûd diyar kir, ji ber vê yekê berê xwe da Reqayê, piştî demekê kesê bi navê Ebû Hela lê geriya, jê re got ku wê di demeke kurt de dewreya şervanên nû ya QSD’ê dest pê bike û divê li wir qeyda xwe çêbike. Hemûd got, piştî vê yekê Ebû Hela bi rêya jinekê hin heb gihandiye wî û jê xwestiye ku wan bixe nava xwarina şervanan. Hemûd diyar kir, bêyî ku vê bike ew hatiye zevtkirin.
‘EBÛ HELA BI ÎSTIXBARATA TIRK RE DIXEBITE’
Hemûd diyar kir, kesê bi navê Ebû Hela ji Dera ye, demeke dirêj e li Enqereyê ye, tevî malbata xwe welatîbûna Tirk wergirtiye û got, “Kesekî gelekî dewlemend e. Li nêzî otogara Enqereyê restoranteke xwe ya mezin a bi navê Ebû Hela heye. Li Hatayê fîrmaya xwe ya otobusan heye. Bi îstixbarta Tirk re dixebite.”