Çeteyên El Hemzet a girêdayî dewleta Tirk a dagirker li navçeya Bilbilê ya Efrînê 5 sivîl revandin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Hawarê çeteyên El-Hemzet li gundê Bêkê ya navçeya Bilbilê ya Efrînê 5 sivîl revandin.
Hate diyarkirin ku çeteyên El-Hemzet di 12’ê Mijdarê de Îbrahîm Mihemed Miho (28), Xêr El-Dîn Mihemed Şêxmûs (31), Mihemed Derwîş(70), Ehmed Mihemed Şêxmûs (20 ) û Şiyar Mihemed Şêxmûs (28) revandine û hê jî aqûbeta van kesên hatine revandin, ne diyar e.