Di êrîşa çeteyan a li gundê Lamdomal ku dikeve bakurê Bûrkîna Fasoyê de 20 sivîl hatin kuştin.

Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku êrîş şevê din pêk hatiye.

Ji AFP’ê re hate ragihandin ku şevê din ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve êrîş pêkhatiye û di êrîşê de 20 kes mirîne.

Hat zanîn ku di êrîşê de çekên giran hatine bikaranîn.