Çeteyên dewleta Tirk a dagirker doh li navçeya Raco ya Efrînê 14 sivîlên din revandin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, ji 18’ê Adara 2018’an dema dagirkirina Efrînê û vir ve zêdeyî 3000 sivîl revandine.
Çeteyan doh jî li gundê Ademo yê navçeya Raco ya Efrînê 14 mêr revandin. Li gorî çavkaniyên xwecihî, çete ji bo berdana sivîlan serê yekî 150 hezar lîreyê Sûriyeyê ji malbatên wan dixwazin.
Sivîlên hatine revandin:
Adnan Ali Heci
Ali Ali Heci
Xelil Mahmut Selim
Mustafa Reşid Reşid
Abdullah Neşet
Bekir Mustafa Reşid
Mehmet Mehmet Selim
Yusuf Hesen Abdo
Huseyin Osman Osman
Abdi Muhammed Reşid
Muhammed Abdi Reşid
Ahmed Abdo Abdo