Çeteyê DAÎŞ’ê yê Hollandayî Yago Alexandre Rîedîjk di destê QSD’ê de ye. Rîedîjk got, “Min hîn jî fêhm nekiriye ku DAÎŞ’ê çima li dijî Kurdan şer kir, ti feydeya xwe nebû. Êrîşa li dijî Kurdan dawî li me anî.”
Yek ji çeteyên DAÎŞ’ê ku li Baxozê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hate girtin Yago Alexandre Rîedîjk ê Hollandayî ye ku hevserê Şamîma Begum a ku Îngilistanê ew ji welatîbûna xwe derxist. Rîedîjk mohra xwe danî binê gelek komkujiyan.
Li girtîgeheke bi ewlekariya bilind a li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em bi Rîedîjk ê 27 salî re axivîn. Di dawiya sala 2014’an de çûye Sûriyeyê û tevlî DAÎŞ’ê bûye. Rîedîjk naxwaze navê xwe yê di nava DAÎŞ’ê de bêje û di 21’ê Çileya 2019’an de tevî hevsera xwe Şamîma Begum ji aliyê hêzên QSD’ê ve hate girtin.
LI HOLLANDAYÊ BI 8 SALAN HATE MEHKÛMKIRIN
Li gorî raporên îstîxbarata Hollandayê Rîedjîk di nava DAÎŞ’ê de xwedî roleke çalak e û gelek komkujî kiriye. Bi hinceta ku tevlî DAÎŞ’ê bûye li Hollandayê der barê wî de doz hate vekirin û 8 sal cezayê girtîgehê li Rîedjîk hate birîn. Rîedjîk beriya tevlî DAÎŞ’ê bibe, li bajarê Arnhem ê Hollandayê kete bin bandora jineke Misilman, di 17 saliya xwe de ol guhert û piştî ku ol guhert çû mizgeftên li Arnhemê û Selefî nas kir.
LI MIZGEFTÊN TIRK Û FAS
Rîedjîk anî ziman ku dema li Arnhemê bû timî diçû mizgefta Fasiyan û mizgefteke Tirk a bi navê Ayasofya û got, perwerdeya olî ya ku li wan mizgeftan dihate dayin jiyana wî guhert. Rîedjîk diyar kir, ku di sala 2013’an de wî têkilî bi kesan re danî ku tevlî komên cîhadperest ên li Sûriyeyê bûn. Bêyî ku agahiyên berfireh bêje wiha qala derbasbûna nava Sûriyeyê dike: “Di mehên dawî yên sala 2014’an de ji bo tevlî DAÎŞ’ê bibim min berê xwe da Elmanyayê, ji wir jî ji wê deverê jî bi balafirê çûm Stenbolê, piştre derbasî Dîlokê bûm. Li balafirgeha Dîlokê polîsan ez sekinandin û çend pirs pirsîn. Tevî ku zanîbûn ez ê derbasî Sûriyeyê bibim ez hatim berdan. Piştre endamên DAÎŞ’ê yên ku bi rêya înternetê min têkilî bi wan re danî bi taksiyê ez ji otela li Dîlokê wergirtin û birin deverekê. Li wê deverê jî bi dehan mirovên ji welatên cuda hebûn ku ji bo tevlî DAÎŞ’ê bibin hatibûn. Êvarê bi saya endamên DAÎŞ’ê em bi rengekî bê pirsgirêk di sînor re derbasî Sûriyeyê bûn. Endamên DAÎŞ’ê yên çekdar li aliyê din ê sînor em pêşwazî kirin û em li bajarê Cerablûsê birin mêvanxaneyekê.”
BI BEGUM A 15 SALÎ RE ZEWICÎ
Rîedjîk piştî ku sê rojan li Cerablûsê ma ew birin Reqayê û li kampa li Reqayê du mehan perwerdeya leşkerî wergirt. Piştre bi rengekî çalak tevlî hemû wezîfeyan bû ku DAÎŞ’ê ew wezîfedar dikir. Rîedjîk dema ku li Reqayê bû bi endama DAÎŞ’ê Şemama Begum a 15 salî ku welatiya Îngilistanê bû zewicî. Rîedjîk anî ziman ku du ji wan li Baxozê yek jî li kampa QSD’ê ya ku Begum niha lê ye ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dan. Rîedjîk diyar kir ku di demeke kurt de di nava DAÎŞ’ê de bû kesekî navê wî hate bihîstin û dibêje, ku wî çek bi kar aniye, lê belê nabêje ku li ku deverê şer kiriye an jî tevlî komkujiyan bûye yan na.
CESED LI REQAYÊ DIHATIN NÎŞANDAN
Rîedjîk naxwaze bêje ku wî komkujî kiriye, lê belê bi van gotinan dibêje ku DAÎŞ’ê li gorî qanûnên şerî li navenda bajarê Reqayê gelek caran komkujî li sivîlan kiriye: “DAÎŞ’ê cesedê sivîlên ku dikuşt ji bo tirsê bixe nava mirovan li navenda bajêr nîşan dida. Li ser her mirovên ku dikuşt dinivîsand ku ew bi kîjan sûcî sûcdar dikirin. Mirovên hatin kuştin hemû Misilmanên sivîl bûn, piraniya wan jî bi sîxuriyê dihatin sûcdarkirin.”
QALA GIRTÎGEHÊ NAKE
Rîedjîk îdîa dike ku ji ber daxwaza wî ya qutbûna ji DAÎŞ’ê hate girtin û 7 mehan li girtîgehê ma, DAÎŞ’ê gelek êşkence lê kir û got, “Li derve komkujî dihatin kirin, lê belê yên li girtîgehan diqewimîn hîn tirsnak bûn. Nikarim qala wan bikim. Gelek tiştên ku min der barê DAÎŞ’ê nizanibû li wir hîn bûm, lê belê nikarim wan bêjim.”
LI GORÎ WÎ NE RÊXISTINEKE TERORÊ YE
Rîedjîk dibêje ku ew ji ber tevlîbûna li nava DAÎŞ’ê poşman e, lê belê DAÎŞ’ê weke rêxistineke terorê nabîne. Tevî ewqas komkujiyên ku kiriye jî xwe sûcdar nabîne.
ÊRÎŞA LI DIJÎ KURDAN ŞAŞITÎ BÛ
Rîedjîk şerê DAÎŞ’ê yê li dijî Kurdan weke şaşitiyeke dîrokî nirxand û got, “Min hîn fêhm nekiriy eku çima DAÎŞ’ê li dijî Kurdan şer kir. Li vê xakê ji bilî Kurdan ti hêz tinebû ku me têk bibe, lewma nizanim ku çima şaşitiyeke wiha hate kirin. Êrîşa li dijî Kurdan ti feyde ji bo DAÎŞ’ê nebû. Êrîşa li dijî Kurdan dawî li me anî.”
HEMÛ PÊWÎSTIYÊN ME JI TIRKIYEYÊ NE
Rîedjîk anî ziman ku di serî de Tirkiye gelek dewletan piştevaniya DAÎŞ’ê kirin û got, “Mînak me li dijî rejîmê şer dikir, lê belê di heman demê de me petrol difirot rejîmê. Têkiliya me bi Artêşa Sûriyeya Azad re hebû. Piraniya pêwîstiyên me yên bi çekan re bi rêya vê rêxistinê me peyda dikir. Her wiha beşeke mezin a petrolê ji Tirkiyeyê re dihate firotin. DAÎŞ’ê hemû pêwîstiyên xwe di ser Tirkiyeyê re peyda dikir. Li gorî min di navbera DAÎŞ’ê û Tirkiyeyê de peymaneke ku kesî pê nizanîbû hebû. Bingeha vê peymanê wiha bû: ‘tu tevlî karê min nebe, li dijî Kurdan şer bike, ez ê jî hemû pêwîstiyên de peyda bikim’. Bi vî rengî bû. DAÎŞ’ê hem petrol firot hem jî pêwîstiyên xwe hemû di ser Tirkiyeyê re peyda kir.”