Hate ragihandin ku êrîş li rojavayê Gola Çadê pêk hatiye. Li gorî daxuyaniya waliyê herêmê çeteyên Boko Haram li peravê gola Çadê êrîşî gundekî kir.

Di êrîşa li dijî gundê Kaîgayê de 14 gundî hate qetilkirin, 5 gundî birîndar bûn û 13 kes jî winda ne.

Li Nîjeryayê ku Boko Haram bi taybetî êrîşî sivîlan dike, ji sala 2009’an ve 35 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane. Çete tevî Nîjeryayê li Nîjer, Çad û Kamerûnê jî komkujiyan dikin.

Çeteyên Boko Haram ji sala 2009’an û heta niha 27 hezar kes kuştine û 2 milyon kesan jî ji ber wan koç kirine.