Jina Ereb a ku mala û milkê wê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hat dagirkirin Şaha wiha got: “Tirkiyê dibêje ew ê sivîlan rizgar bike. Wê ji kê rizgar bike. Ew hatine bidizin û talan bikin. Me beriya wan dît çawa çeteyan milkên seyrangehê talan kirin û birin Tirkiyê.”

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker hewldidin navçeya Eyn Îsayê ji aliyên bakur û rojava ve dorpêç bikin. Ji ber wê di 23`yê Mijdarê de êrişî gundên Seyda û Milik li rojavayê navçeya Eyn Îsayê û dora kampê kirin. Hêzên Sûriya Demokratîk li hember êrişan li berxwe dan.

Lê çete bi rêya şerê taybet hewldidin sivîlên navçeyê bitirsînin ji bo ku ji navçeyê koçber bibin û milkên wan talan bikin. Mîna ku bi sivîlên gundê Meilik rû daye. Hinek ji wan hatin revandin, erebeyek û pereyên hin kesan hatin dizîn.

Şêniyên navçeyê ditirsin çete derbasî navçeyê bibin û binpêkirinên xwe ji revandin, talankirina milkên wan pêk bînin. Bi taybet li gel azarên wan ji çeteyên Tirkiyê di salên 2013 û 2014`an de û piştre DAIŞ`ê.

Şêniya bi navê Şaha El-Ereb ji şêniyên resen a navçeya Eyn Îsayê ye. Kurê wê xwedî seyrangeha El-Şelal li rojavayê navçeyê  ye. Di êrişên çeteyan de li ser navçeyê top li dora Seyrangehê ketin û di dema dagirkirina çeteyên DAIŞ`ê de hate talankirin.

Şaha dibêje: “Piştî derketina Rejîmê “Artêşa Azad” hat. Piştre jî DAIŞ. Yên ku em rizgar kirin şîr helal in ( mebesta wê Hêzên Sûriye Demokratîk in). Niha Erdogan xwedê nehêle û emrê wî kin bike dîsa hat. Eyn Îsa piştî rizgar bû, bû bajarokek ewle.”

Dema êrişan Şaha li navçeyê bû û bû şahidê êrişan. Girêdayî wê dibêje: “Dinya xirab bû. Mirov kuştin, zarok mirin . Malbat di cihê êrişan de hebûn. Duh malbatek ji gund hat. Gunehê şêniyan çi ye, gunehê zarokan di van hemûyan de çi ye?”

Têkildarî rewşa sivîlan li navçeyê Şaha dibêje rewşa wan baş e. Lê ew ji binpêkirinên çeteyên artêşa Tirk a dagirker ditirsin.

Şaha wiha domand: “Me deriyê qûta xwe girt(seyrangeh). Beriya du rojan top li dora wê ketin. Ji ber ku li dora navçeyê ye ji aliyê rojava ve, şênî ditirsin biçin wir.”

Şaha destê xwe rakir jor û bang li xwedê kir û got: “Xwedê wan wêran bike, Tirkiyê dibêje ew ê sivîlan rizgar bike. Wê ji kê rizgar bike. Ew hatine bidizin û talan bikin. Me beriya wan dît çawa çeteyan milkên seyrangehê talan kirin û birin Tirkiyê.”

(şx)

ANHA