Li gundekî Xaneqînê, du kesên ji malbatekê ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatin kuştin.
Çeteyan li pêşiya gundê Kiwêxa Hebîb ê Xanexqînê gule li wesayitekê barandin.
Bav û kurên wî yên di wesayitê de jiyana xwe ji dest dan.
Eşîra Suremêrî bang li rayedaran kir ku tevdîrên ewlekariyê li herêmê zêde bikin.
Rayedarên eşîrê bi bîr xistin, ji ber êrîşan gelek kes mirine û ragihandin, rojên dawî gundê Hisên Meme ji ber heman sedemê hatiye valakirin.