Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Qestel Xidraya ya girêdayî navçeya Bilbil a Efrînê 5 sivîlên din revandin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin girt, çeteyên dewleta Tirk duh li gundê Qestel Xidraya ya Bilbilê 5 sivîl revandin.
Navê sivîlên hatine revandin wiha ne: Zekeriya Mihemed, Ziyade Horîk Reşîd, Aras Henan Mihemed, Îbrahîm Hisên Reşo û Celal Mihemed Miho.
Çavkaniyan anî ziman ku ti agahî li ser aqûbeta kesên hatine revandin nîne.