Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku çeteyên koma “Mertala Firatê” ya girêdayî artêşa Tirk a dagirker vê êvarê gundên Mihsenlî yê dikeve bakurê bajarê Minbicê gulebaran kirin.
Navendê destnîşan kir ku di encama êrîş de du kes 42 û 31 salî birnîndar bûn. Birîndar li nexweşxaneyên bajêr têne dermankirin.
Li gorî agahiyan rewşa birîndarekî baş e û yê din giran.
Rexmî dewriyeyên hevpar ên Tirkiyê û Koalîsyona Navdewletî li deverên di navbera eniyên Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê ku bi armana rawestandina şer û bisînorkirina binpêkirinên çeteyên Tirkiyê, lê dîsa êrîş li ser gundên Minbicê ji aliyê çeteyên girêdayî Tirkiyê ve didome.