Çeteyên DAÎŞ’ê yên ku Tebaxa 2014’an li Şengalê dest bi qirkirina Êzidiyan kirin, ji gelek welatên cuda hatin.
Saziyên bi navê Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî (FÎDH) û Kînyatê daxuyaniyek dan û xwestin, çeteyên ku tevlî vê êrîşa qirkirinê bûne ji aliyê welatên ku jê hatine bên darizandin.
Her du saziyan li ser qirkirinê raporek weşandin û bi bîr xistin, piştî ku Mûsil meha Hezîranê ya 2014’an kete destê çeteyan, li dijî Êzidiyan êrîşa qirkirinê dest pê kiriye.
BI HEZARAN JIN Û ZAROK HATIN REVANDIN
Di raporê de hate ragihandin, çeteyên DAÎŞ’ê li herêmê paqijiya etnîkî û olî kirine û li ser mêrên Êzidî ferz kirin ku ya bibin Misilman, ya jî bên kuştin. Di raporê de hate gotin, jin û zarokên Êzidî ji aliyê çeteyan ve hatin revandin û gelek zarokên mêr ên Êzidî li Sûriyeyê li kampên çeteyan bi îdeolojiya wan a radîkal hatine perwerdekirin.
Raporê diyar kir, bi hezaran jinên Êzidî ji aliyê çeteyan ve hatin revandin, mîna koleyan hatin firotin û destnîşan kir ku ev sûc hemû bi rêk û pêk hatine kirin.
BAÛDOÛÎN: PIRANIYA WAN JI WELATÊN ROJAVAYÎ ÇETE JI 33 WELATAN HATIN
Serokê Rûmetî yê FÎDH’ê parêzer Patrîck Baûdoûîn rapor eşkere kir û got, qirkirin ne êrîşeke ji rêzê û kêmdîtî ye.
Baûdoûîn da xuyakirin, çeteyên ku tevlî êrîşa qirkirinê bûne divê teqez werin darizandin û bang li welatan kir ku ji bo darizandina çeteyên ji wan çûne nava DAÎŞ’ê, bikevin nava hewldanan. Baûdoûîn anî ziman, piraniya çeteyên cihê xwe di nava êrîşên qirkirinê de girtine û ‘jê sûd wergirtine’ ji 33 welatan hatine ku piraniya wan welatên Rojavayî ne.
Di rapora FÎDH û Kînyatê de, hevpeyvîna bi hin jinên Êzidî yên ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatibûn revandin jî hate weşandin. Jinên Êzidî gotin, di nava çeteyên ku bazirganiya koleyan dikir de, welatiyên Siûdî, Lîbya, Lubnan, Urdun, Yemen, Fîlîstîn, her wiha Elman, Fransayî, Amerîkî û Çînî jî hebûn.
2 HEZAR Û 500 JINÊN ÊZIDÎ NEKARÎ VEGERIN
Serokê saziya Kînyatê Bahzad Fahran jî diyar kir, 3 hezar jinên li Şengalê hatin revandin birine Sûriyeyê. Fahran got, bi giştî 6 hezar û 800 jinên Êzidî hatine revandin, lê belê tenê 4 hezar û 300 ji wan reviyane ya jî di berdêla fîdyeyê de sebest bûne.
NE TENÊ JI BER TERORÎZMÊ, DIVÊ JI BER SÛCÊ QIRKIRINÊ JÎ WERIN DARIZANDIN
Di civînê de ku rapora FÎDH û Kînyatê lê hate eşkerekirin, hate bibîrxistin ku çeteyên DAÎŞ’ê yên ji welatên Ewropayê çûne, dema ku vedigerin ji ber sûcdariya ‘terorîzmê’ tên darizandin.
Rêveberên FÎDH û Kînyatê gotin, darizandina çeteyan tenê ji ber terorîzmê têrê nake û bang kirin, ji bo ev çete di heman demê de ji ber sûcê ‘qirkirinê’ jî werin darizandin.
NAÎDA MÛRAD LI QESRA ELYSEE’YÊ HATIBÛ PÊŞWAZÎKIRIN
Doh ku rapor hate eşkerekirin, xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê nadîa Mûrad ji aliyê Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron ve li Qesra Elysee ve hatibû pêşwazîkrin. Li gorî daxuyaniya Qesra Elysee ya piştî vê serdanê, hatibû gotin ku Fransa ji bo sûcên li dijî mirovahiyê yên li Sûriye û Iraqê hatine kirin bê ceza nemînin, bi berpirsyarî radibe.
Li gorî daxuyaniya bi navê Serokkomar Macron hate kirin, 100 jinên Êzidî yên ji zilma DAÎŞ’ê rizgar bûn û hîn li kampên penaberan ên li Başûrê Kurdistanê ne, wê li Fransayê bên qebûlkirin.