Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji sala 1993’an heta niha her dem ji bo aştiyek mayinde proje amade kirin û gav avêt. Li Îmraliyê jî tevî recrîdkirina girankirî jî, ji bo aştiyek mayinde têkoşîna xwe berdewam kir. Lê hemû hewldanên Ocalan ji aliyê hikûmetan ve bi kuştin, OHAL, kirîza aborî hat bersivandin û gel hat cezakirin.

Sibê 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku her dem ji bo aştiyê gav avêtin, 20 salin tecrîdkirinî pêşwazî dike. Tecridkirina Ocalan hêj didome û bi tu awayî agahî ji Ocalan nayê girtin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji salên 1993’an heta niha her dem ji bo aştiyek mayinde pêk bê û pirsgirêka kurd bi riya aştî û demokratîk çareser bibe gav avêt û proje amadekir. Lê her dem ev hewldanên Ocalan bi şer, tecrîd, OHAL, krîza aborî û rêbazên cuda hatin bersivandin. Herî dawî Ocalan di Newroza 2013’an de projeyek berfireh amade kir û “Pêvajoya Çareseriyê” da destpêkirin. Ocalan di 2012’an de piştî girtiyên PKK’ê li girtîgehan dest bi grava birçîbûnê kirin, bi bangekê “Pêvajoya Çareseriyê” da destpêkirin. Piştî Ocalan pêvajoya çareseriyê da destpekirin herî dawî di 28’ê Sibata 2015’an de li Dolmabahçe mutabakata Dolmabahçe îmze kirin. Lê piştî demekê Serokomar Tayyip Erdogan got ‘Mase tune. Ez maseyê nasnakim’ û tecrîd giran kirin. Piştî Erdogan got ‘ez masê nas nakim’ OHAL hat îlankirin, bi sed hezaran mirov hatin îxrackirin, bi hezaran mirov hatin kuştin, krîza aborî kûr bû û bi sedan sazî û rêxistinên demomratîk hatin girtin. Bi deh hezaran siyasetmedarên kurd hatin girtin. Akademîsyen, rewşenbir û nivîskar hatin girtin. Qeyûm tayinî şaredariyan kirin. Parlamenter hatin girtin. Mirov li kolanan di bin panzêran de hatin eciqandin. Daristan hatin şewitandin. Bajar hatin xerakirin û şer li Rojhilata Navîn her ku diçe belav dibe.

OCALAN JI 90’AN HETA NIHA AŞTIYÊ DIXWAZE’
Dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Geliyê Bekaayê bû, gelek caran agirbest îlan kir û ji bo çareseriyê aştî xwest. Ocalan di 19’ê Adara 1993’an de li Bekaa bi daxuyaniyekê agirbest îlan kir. Piştî Ocalan agirbest îlan kir Serokomarê Tirkiye Turgut Ozal di wê pêvajoyê de bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Piştre li Çewlikê 33 leşker bi awayekî lîstik hatin kuştin û pêvajo hat xerakirin.

LI DIJÎ AGIRBESTÊ HEWLDANA SUÎKASTÊ
Ocalan di 11’ê Kanûna 1995’an de dîsa piştî şer dijwar bû ji bo çareseriya pirsgirêka kurd agirbesta yek alî îlan kir. Li hemberî vê yekê di 6’ê Gulana 1996’da bi hewladana Serokwezîr Tansu Çîller û ekîba wê Dogan Gureş li dijî Ocalan hewldana suikastê pêş xist. Li ser vê yekê agirbest xera bû.

‘CARA 3’EMÎN AGIRBESTA YEK ALÎ ÎLAN KIR’
Ocalan ku her dem ket nava lêgerîna aştî û çareseriye di 1’ê Îlona 1998’an de cara seyêmenî agirbesta yek alî îlan kir. Piştre ji ber Ocalan bi destê hêzên navneteweyî ji Sûriye hat derxistin agirbest bi dawî bû. Piştî Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiye hat kirin, PKK’ê îlan kir ku agirbest bi dawî kirine.

DI TECRÎDE DE HEWLDANÊN AŞTIYÊ
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku piştî hat girtin û li Îmraliyê hat tecrîdkirin, li Girtîgeha tîpa F a Îmraliyê jî hewldanên çareseriyê û aştiyê berdewam kir. Ocalan di 2’ê Tebaxa 1999’an de biryar da ku PKK hêza xwe ya çekdar ji sînorê Tirkiye derxe. Di 1’ê Îlona 1999’an cara çaremin agirdbesta yek ali îlan kir. Li ser banga Ocalan heyeta aştiyê ji Qandîl û Ewropa hatin Tirkiye.

Ocalan, di 20’ê Çileya 2000’an de “Projeya Aştiyê”, di 4’ê Mijdara 2000’an de Ji Bo Aştî û Demokrasiyê Plana Çalakiya Bi Lez” û di 19’ê Hezîrana 2001’an de daxwazên çareseriyê pêşkêş kir. Di 22’ê mijdara 2002’an de “Danezana Çareseriya Bi Lez” û di 2000 û 2002’an de 2 caran ji Serokomar, Serokê Meclîsê, Serokwezîr, Serfermandar u hemû partiyên siyasî re ji boçareseriya pirsgirêka kurd bi nameyan fikrên xwe yên çareseriyê parve kir. Di 2004’an de piştî zextên li ser kurdan zêde bû agirbesta hatibû îlankirin dîsa hat xerakirin.

OCALAN BI RIYA PARÊZERAN PEYAM ŞAND
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, heta 27’ê Tîrmeha 2011’an karîbû bi parêzeran re hevdîtin bike. Heta ku Ocalan bi parêzeran re hevdîtin kir her dem fikr, pêşniyar û helwesta xwe ya ji boçareseriyê û demokratîkbûna Tirkiye bi rayedarên Tirkiye û cemaweriyê re parve kir. Ocalan di 3’ê Çileya 2004’an de bi riya parêzeran ji Serokwezîrê wê demê Recep Tayyip Erdogan re peyam şand. Ocalan got: “Aştî girêdayî 2 gotinên nava lêvên te ye. Serfermandar dibêje ’em burokratên girêdayî serokwezîr in’ Ev gotinek girîng e. Her tişt girêdayî Erdogan e. Ji bo aştiyek bi rûmet û demokrasiyê derfet hene. Bila tenê bêje ‘Werin bibin yek’ bes e. Bila bêje ‘Ji bo aştiyek bi rûmet û ji bo xebatek demokratîk û azad em dê vê derfetê pêş bixin’ bes e. Ez bang li Erdogan dikim ku cîddî be. Ger ku ne wisa be ez rol nadim ser xwe.”

Ocalan piştî hevdîtina 31’ê Tebaxa 2005’an di ziyareta parêzeran de gotibû “Ez dikarim li hemberî her tiştî li ber xwe bidim. Lê bila min reş nekin. Ger ku sibê tiştekî neyînî pêk bê, sebebê wê ne ez im. Ez dikarim li hemberî her şertî li ber xwe bidim. Ez bawer dikim ku 7 salin min ji bo aştî, demokrasiye xizmet kir.” Ocalan di 9’ê tebaxa 2006’an de dîsa bi riya parêzeran ji Erdogan û Denîz Baykal xwest ku gavên çareseriyê û aştiyê bavêjin.

‘1’ê ÎLONÊ FIRSEND E’
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, her dem girîngiya taybet da 1’ê Îlonê. Di banga Baykal û Erdogan de her dem got 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê xwedî girîngiyek taybet e û her dem girîngî da 1’ê Îlonê. Ocalan di banga xwe de gotibû “Bes e êdî. Em vê xwînê rawestînin. Ez bawer dikim ku PKK dê li banga min guhdar bike. Ger ku hikûmet bersîvê bide ez dê banga agirbestê bikim. Dê şer raweste. Piştre em dê gavên pratîk bavêjin. Divê diyaloga demokratîk pêş bikeve. 1’ê Îlonê firsend e em binirxînin.”
Ocalan di 7’ê Îlona 2006’an de bi riya parêzeran bal kişand ser girîngiya 1’ê Îlonê û yekîtiya gelê kurd û tirk. Xwest li şûna şer aştiyê bê axaftin û pêşxistin. Ocalan di 2’ê mijdara 2007’an de dîsa got ‘Ez destê aştiyê dirêj dikim. Ger ku dewlet dixwaze bi min re hevdîtin bike bila rayedarên xwe bişîne. Bila bêje ‘Ey apo tu çi dixwaze’ Ez jîdê fikrên xwe parve bikim. Ez ji çareseriyê re amade me.”

‘ŞANTAJÊ LI MIN DIKIN LÊ EZ ÇARESERÎ Û AŞTIYÊ DIXWAZIM’
Ocalan di 5’ê Kanûna 2008’an de diyar kir ku hikûmet şantajê li hemberî wî pêş dixe û wiha gotibû: “Çayekê didin min wê jî nêvî didin min. Nêviyê din jî tev tort e. Vê yekê jî dikin mijara bazarê. Bila ciddî bin. Şantajê dikin. Bia wisa neyên ser min. Ez vê yekê ji dewletê re dibêjim. Ji PKK’ê re dibêjim. Ez dixwazim felsefeya min a jiyanê bê famkirin. Ji bo pirsgirêk bi riya aştî û demokrasiyê bê çareserkirin, ez girîngiyê didim. Min berê name ji Serokwezîr û serokomar birêz Gul re name şandibû. Ez îstîhram dikim em vê pirsgirêkê çareser bikin.”

BILA KOMÊN AŞTIYÊ BÊN
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 2009’an de dîsa xwest çareserî pêş bikeve û ji bo temînata vê yekê jî xwest komên aştiyê bên Tirkiye. Li ser banga Ocalan komên aştiyê hatin Tirkiye. Koma Mexmûr û Komar Qendîlê hatin Tirkiye. Ocalan xwest ev kom biçin Meclisê û û hemû der û dorên Tirkiye û li ser girîngiya aştiyê bi axivin. Xwest daxwazên aştiyê binin ziman. Ocalan, bang li rewşenbir û nûnerên rêxistinên sivîl, partiyên siyasî jî kir û xwest ji bo çareseriyê rol û rista xwe bilîzin û destê xwe têxin bin kevir. Li ser banga Ocalan di 19’ê Cotmeha 2009’an de 34 Qasidên Aştiyê ji Qendîm û Mexmûrê hatin Tirkiye. Di sala 2010’an de doz li wan hatin vekirin û ceza li wan birîn. Gelek endamên komê hatin girtin û hêj girtî ne.

‘GER MÎSOGERIYA ZAGONÎ BIDIN EM DÊ DEST BI PÊVAJOYA BÊÇEKBÛNÊ BIKIN’
Ocalan, tevî hemû bersîvên neyînî yên hikûmet û dewletê di 8’ê Kanûna 2010’an de disa peyama aştiyê da. Ocalan got “Parlamento dê biryara aştiyê bidin û li ser vê yekê dê komîsyona lekolîna heqîqetê bê avakirin. Ger ku gav bên avêtin em dê dest bi pêvajoya vekişînê û bêçekbûnê bikin. Ez wekî rêgez ne li dijî beçekbûnê me. Lê divê ewlehî û mîsogeriya zagonî bê parastin. Divê bi zagonan rê li pêş vê yekê bê vekirin. Di mijara çekberdanê de erk dê di destê min de be. Qendil jî di vê mijarê de nikare gerîllayeki paşve bikişîne. Bi tena serê xwe ne erkdar e. Ez dê bi Qendîlê re bi axivim dê gav bên avêtin. Gavên di rêya çareseriya aştî û demokrasiyê de diyar in.”

‘EZ DÊ HÊJ ÇI BIKIM. AKP ŞER DIXWAZE, ÇARESERIYÊ NAXWAZE’
Ocalan, heri dawî di 27’ê Tîrmeha 2011’an de bi parêzeran re hevdîtin kir. Piştî hemû hewldanên Ocalan li dijî hiqûqa navneteweyî rê li pêş parêzeran û hevdîtina Ocalan hat girtin. Parêzerên Ocalan ji wê demê heta niha nikare biçe bi Ocalan re hevdîtin bikin. Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî de gotibû ‘Min rêya çareseriyê nîşanî herdu aliyan da. Min rola xwe pêk ani. Ez destûr nadim kes bi rûmeta min bilîze. Ez dizanim hikûmet çi dike. Dibejin dê bibe wekî ‘Sri Lanka” Dibêjin dê 300 balafirî rakirin û Qandîlê bombe bikin û xelas bikin. Ger ku rêxistin jî amade be dê ispat bike ku ne Sri Lanka ye. Min ji heyetê re jî got. Min bang li Erdogan jî kir. Min goz ez dê gerîlla bikişinim herêmek ewle. Lê derfetê vê yekê jî nedan. Ez dê hêj çi bikim. AKP şer dixwaze, çareseriyê naxwaze’

‘JI BO HÊSIRÊN DAYIKAN’
Serokwezîr Erdogan di 5’ê Sibata 2011’an de bi dayikên Şemiye re hevdîtin kiribû. Ocalan, di hevditina dawî ya bi parêzeran re gotibû “Ger ku Serokwezîr pir qîmetê dide hêsirê dayikan, hêsirê dayikan wisa nasekinin. Ji bo hêsirê dayikan raweste divê em hêzên çekdar bikişînin cihekî ewle. Lê bersîvê nade vê yekê jî. Dijberî vê yekê her roj operasyonan zêde dikin. Leşker û gerîlla tên kuştin. Li cihê xwîn lê birije, aştî dê çawa pêş bikeve. Ev nameya min a vekirî ji hikûmetê re ye, Ger hûn dixwazin hêsirên çavan raweste. rê li pêş me vekin ku em gerilla bikişînin herêma ewle. Ger hûn wisa bikin ez dê di nava hefteyekê de çareser bikim. Lê Erdogan çareseriyê û aştiyê naxwaze. Hêsirê her dayikekê êşê dide min. Ez bang li Serokwezîr dikim. Lê deng jê nayê. Aştiyê naxwaze. Ez hemû rê nîşan didim. Hêj ez çi bikim?”

OCALAN TECRÎD KIRIN
Piştî 27’ê Tîrmehê êdî rê li pêş parêzeran girtin. Ocalan bêtir tecrîd kirin. Di sala 2012’an de piştî girtiyêin PKK û PJAK’ê dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin û 68 rojan berdewam kir, Ocalan, bi riya Mehmet Ocalan xwest dawî li çalakiyê bînin û peyama aştiyê da. Ocalan pişti vê çalakiyê “Pêvajoya çareseriye da destpêkirin. Di 3’ê Çileya 2013’an de parlamenterên Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) Ayla Akat Ata û Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk li Îmraliyê bi Ocalan re yekem car hevditin kirin.

‘BI MILYONAN KES DIBÊJIN AŞTÎ’
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi riya heyeta Îmraliyê di 21’ê Adara 2013’an Newroza Amedê de peyama dîrokî ya aştiyê da. Ocalan diyar kir ku êdî dema înkar û îmhayê bi dawî bûye û pêdivî bi çareseriya demokratîk ya nû heye. Ocalan xwest li şûna çekê bi riya siyaset û diyaloga demokratîk aştî pêş bikeve. Piştî pêvajoya çareseriyê dest pê kir, heyeta Îmralî bi rayedarên hikûmetê û Qendîlê re hevdîtin kirin. Heyetê 22 hevdîtin kirin û nîşeyên hevdîtinê yek bi yek bi raya giştî re parve kirin. Ocalan di hevditinan de diyar kir ku ger ewlehî û mîsogeriya zagonî neyê stendin dê şer li her der belav bibe. Ocalan di 7’ê Kanûna 2013’an de gotibû “Ger ku ev pêvajo derbasî musakereyan nebe, ger ku AKP me bixapine, dê pêvajoya kaotik, li her derê belav bibe û dê her der bibe şer. Dê şer li her derê belav bibe. Dê li hemû bajaran serhildan pêş bikevin. Çalakiyên gerîlla dê zêde bibin. Dê berê xwe bidin qadên aborî. Dê suikast pêş bikeevin. Gel dê tev li gerilla bibe. Duyemîn Sûriye li ber deri ye.”

Ocalan, di 9’ê Adara 2014’an de gotibû: “Ez niha malbatek im. Malbata min 5 milyon, 10 milyon mirov e. Em îsyankir. Lê niha em dixwazin li hev bên, aş bibin. Ez dixwazim dest ji şer berdim. Hûn qebûl dikin? Ji ber vê yekê bi were li ser masê rûniştim. Ger ne wisa me, min 40 salan şer kir. Ger ku hewce be ez dê 40 salên din ji şer bikim.

OCALAN 10 XALÊN ÇARESERIYÊ PÊŞKEŞÎ MUTABAKATA DOLMABAHÇE KIR
Ocalan herî dawî di 28’ê Sibata 2015’an de ji bo çareseriya demokratîk 10 xalên çareseriyê pêşkêşî mutabakata Dolmabahçe kir û heyeta Îmraliyê û rayedarên hikûmet û dewletê bi hevre ev yek imze kirin. Lê di 22’ê Adara 2015’an de dema Serokomar Erdogan ji Ukrayna vegeriya, li dijî mutabakata Dolmabahçe daxuyanî da. Erdogan, got “Ez li dijî heyeta şopandinê me. Yek metn nehat xwendin. 2 metin hatin xwendin. Ez wê civînê rast nabînim. Ez wî wêneyê li wir rast nabînim.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî di 5’ê Nîsana 2015’an de bi heyetê re hevdîtin kir û got ji bo muzakere dest pê bikin divê Lijneya Şopandinê bê avakirin û ev yek şer e. Lê piştî hevdîtina 5’ê Nîsanê rêya Îmraliyê li heyeta Îmralî û parêzeran bi tevahî hat girtin. Piştî 7’ê Hezîrana 2015’an ku AKP’ê îktîdar winda kir, dest bi şer kir. DAİŞ’ê li bajar û metropolan komkujî pêk anîn. Li kolanan mirovên sivîl hatin kuştin. OHAL’ê dest pê kir û 3 salan berdewam kir. Bajar hatin xerakirin. Mirov di bin panêzeran de hatin kuştin. Bi hezaran mirov hatin kuştin û girtin. Şer her ku diçe kûr dibe. Kriza aborî her ku diçe kûr dibe.

MA / Berivan Altan