Yekîneyên polîsan ên li Elmanyayê ev demeke dirêj e li pey çeteyên sixtekar bûn. Ev çete di telefonan de xwe weke polîs didan nasandin. Çete piranî kal û pîrên bakurê Elmanyayê dixapînin. Hejmara kesên ku ji aliyê çeteyan ve tên xapandin li gorî salên berê di sala 2022’an de zêdetir bûne. Li gorî qeydan çeteyên polîsên sixte di sala 2022’an de 12 hezar û 800 caran telefon kirine.
Çeteyên ku berê hemû agahiyên nasname û navnîşana kesan bi dest dixin, xwe weke polîs didin nasîn û ji kal û pîran re dibêjin, “Eger pereyê we di bankayê de be ev ne ewle ye, eger hûn bidin me wê ewle bibe” û bi vî rengî têkiliyê datînin. Çete carinan bi rojan telefonî heman kesan dikin û bi heman gotinan dixwazin wan qanih bikin.
Piştî ku çete çend caran telefon dikin, kesên qurban bi gotinên çeteyan dixapin û pereyên ku ji bankayê werdigirin bi dest radestî endamekî çeteyan dikin. Li gorî nûçeya taybet a televîzyona NRW’ê, navenda çeteyan li Tirkiyeyê ye û çete ji Îzmîrê telefon dikin.
Hate diyarkirin ku carinan pereyên ev kes radestî çeteyan dikin ji 100 hezar eûroyê derbas dikin û hejmara heta niha herî zêde ye 180 hezar eûro ye. Rayedarên polîsên Elman ku ji NRW’ê re axivîn, diyar kirin ku çete herî zêde kal û pîrên li Eyaleta Saksonyaya Jêrîn dixapînin.
Hate ragihandin ku sala borî tenê li vê eyaletê nêzî 200 kes bi giştî 4,5 milyon eûroyan hatine xapandin. Her wiha li eyaletên din ên bakurê li Elmanyayê; çeteyan li Hamburgê ji 55 kesan 2,1 milyon Euro, li Schleswig-Holstein ji 24 kesan 1,2 milyon eûro û li Mecklenburg-Vorpommernê jî ji 29 kesan 627 hezar eûro stendine.