Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku çeteyên Mertala Firatê guleyan nuqteyên hêzên wan ên li bakurê Minbicê direşînin û derketina derve li şêniyên gundê Helûncî ferz kiriye.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser mijarê daxuyaniyek weşand û ev agahî dan:

“Beriya çend kêliyan çeteyên Mertala Firatê ji gundê Toxara Mezin a bakurê bajarê Minbicê bi çeka BKC û doçka 14.5 êrîşî nuqteyên hêzên wan kir. Êrîş ne kêmî 15 deqeyan dom kir.

Her wiha ji gundê Mehsenlî yê bakurê Minbicê bi BKC û doçkaya 14.5 êrîş anîn ser nuqteyên hêzên me yên li eniya Sacûrê.

Di heman demê de komên ser bi Tirkiyê derketina derve li sivîlên gundê Helûncî yê bakurê bajarê Minbicê yê li qiraxa xeta Sacûrê ku 15 km dûrî bajarê Minbicê  ferz kiriye û bi maykên li mizgefan welatiyan hişyar dikin.”