Parlamenterê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Şêrko Cewdet li dijî zextên li ser Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê bertek nîşan da û diyar kir ku Wezareta Hundirîn a Herêma Kurdistanê qanûnan binpê dike û got ku pêwîstbû bersiva hemû partiyên ku serî lêdane bidaya.
Parlamenterê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Şêrko Cewdet zextên li ser Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê û girtina baregehên wê ji ajansa RojNews re nirxand.
Cewdet eşkere kir ku divê li Herêma Kurdistanê qanûn serwer be û wiha got; “Em dixwazin bizanin ku çima Wezareta Navxweyî bersiva van partiyan ya ji bo wergirtina fermiyetê nade. Ji ber ku eger Wezareta Hundirîn di nava sê mehan de bersivan van partiyan ne de, li gorî yasayê ew partî dibin fermî. Ji ber vê çendê divê Wezareta Hundirîn bi daxuyaniyekê sedema, çima bersiva fermîbûnê nade Tevgera Azadî û partiyên din ên ku serlêdana fermiyetê kirine eşkere bike.”
‘Wezareta Hundirîn bi vê bêdengbûnê qanûnan binpê dike’
Şêrko Cewdet wiha berdewam kir:”Divê li Herêma Kurdistanê di çarçoveya siyasî û medenî de bibe qada pêşbaziya partiyên siyasî. Ev jî di çarçoveya yasa de pêk bê, ne di çarçoveya tiştek din de. Hikûmeta Herêmê dibêje, karê em niha dikin qanûniye, em jî dipirsin çima we heta niha bersiva serlêdana wan ya ji bo fermîbunê ne daye. Li gel ku ev jî bi xwe binpêkirina destûrê ye. Divê Wezareta Hundirîn, bi erênî yan bi nerênî bersiva serlêdana wan bidabaya. Ji ber ku demek dirêje wan serlêdan kiriye. Wezareta Hundirîn bi vê bêdengbûnê qanûnan binpê dike.”