Cezayê li 19 bersûcên komkujiya ‘Mîtînga Aştiyê’ ya 10’ê Cotmeha 2015’an hatibû birîn, ji aliyê Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Enqereyê ve hate pejirandin. Parêzerên malbatan wê biryarê bibin ber destê Dadgeha Bilind.

Di komkujiya sala 2015’an de ku çeteyên DAÎŞ’ê bi piştgiriya dewleta Tirk hate kirin, 103 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.

Di darizandina Komkujiya Garê ya Enqereyê de 3’ê Tebaxa 2018’an 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê, 101 car cezayê muebbeta giran li 9 bersûcan biribû.

Dadgehê, li 9 bersûcan jî ji endamtiya rêxistinê û ji xalên cuda ceza biribûn.

Ev ceza ji aliyê 21’emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edliyê ya Herêmî ya Enqereyê ve hatin pejirandin.

Parêzerên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, biryara Dadgeha Edliye ya Herêmê rexne kirin û diyar kirin ku wê dosyayê bibin ber destê Dadgeha Bilind.

Di daxuyaniya hevpar de ev rexne li biryara Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê hate kirin:

“Di biryara ji 7 rûpelî de qala nîqaşa hiqûqî nehatiye kirin, bi rêbaza kopy bike û pê ve bizeliqîne hatiye amadekirin. Dûrî cidiyetê ye, ji hincetên hiqûqî bêpar e, têkildarî berpirsyariya cemaweriyê û sûcê li dijî mirovahiyê gotinek jî nehatiye nivîsandin.”