Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar li navçeya Pirsûs a Rihayê ji hêla xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin.

Bi hinceta “Heqaret li Yildiz kiriye”, derheqê Şenyaşar de doz hatibû vekirin.

Sêyemîn danişîna dozê li 3’yemîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Rihayê hat lidarxistin.

Emîne Şenyaşar tev li danişînê nebû lê parêzerê wê Alî Arslan amade bû.

Di danişîna ku bi tespîta nasnameyê dest pê kir de dozger mutalaya xwe ya beriya niha dabû dubare kir û xwest Şenyaşar were cezakirin.

Parêzerê Şenyaşarê Alî Arslan ê li dijî mutalayê mafê axaftinê wergirt wiha got:

“Darizandin bi esas girtina girteka ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye girtin tê birêvebirin.

Me di danişîna beriya niha de daxwaz kiribû ku bêyî rapora alîgir a ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye girtin esas were girtin ji kesên pispor ên bêalî rapor were girtin.

Lê ev daxwaza me nehate bi cih anîn. Ceza dayîna bi vî awayî dê mafê darizandina adilane ya muwekîla min bin pê bike.”

Arslan, anî ziman ku sûcdariya derbarê muwekîlê xwe de qebûl nakin û xwest were beraetkirin.

Dadgehê ku ji bo biryara xwe aşkere bike navber da danişînê pişt re hezar û 700 lîre cezayê pere li Emîne Şenyaşarê birî.

Derbarê Emîne Şenyaşarê de bi heman sûcdariyan ji 9’ê adara 2021’an ku ji bo zarokên xwe û hevjînê xwe dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kir ve tam 31 lêpirsîn hatin destpêkirin, 10 ji van veguherîn dozan.