Li Enqerê rêxistinên ciwanan êrîşên polîsan ên li ser bîranîna Komkujiya Pirsûsê şermezarkirin û gotin, ”Çi jî bikin em ê li ber xwe bidin û li kuçeyan bin. Pirsûs berxwedan e.”

Li ser êrîşên polîsên Tirk ên dijî bîrananîna salvegera Komkujiya Pirsûsê rêxistinên ciwanan hatin cem hev, ragihandin ku ew ê gilihê polîsan bikin û gotin, ”Êrîşa dewletê delîla wê ye ku komkujî dewletê kiriye.”

Rêxistinên ciwanan ên li Enqerê li ber Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) daxuyanî dan û wêneyê 33 kesên ku di komkujiyê de hatibûn kuştin rakirin.

Ji nav ciwanan Doga Emek Unlu axivî, got, polîsan bi rengekî hovane êrîş anîne ser wan, 4 hevalên wan bi gumana felca rû, şikestina hestû û hwd. rakirine nexweşxaneyê.

Unlu êrîşa polîsên Tirk ên 20’ê Tîmrhê ya li ber navenda kar a Gama a Enqerê şermezar kirin û got, ”Em sedema hêrsa wan pir baş dizanin. Kana hêrsa wan tirsan wan e. Tirsa hejandina textê wan e.”

Her wiha Şamîl Parlak jî got, ”33 rêwiyên xewnrojkan çûne Kobanê, li Kobanê berxwedan hebû. Wan berxwedan ji me re mîrate hişt. Em vê berxwedanê didomînin. Çi jî bikin em ê xwe berdin kuçeyan, rêxistiniyê bikin. Pirsûs berxwedan e.”

Sekreterê Giştî yê ÎHD’ê Osman İşçîj î got, ”Ji bo ku polîsên êrîş anîne werin cezakirin ew ê mijarê bişopînin.”

Rêxistinên ciwnan diyar kirin derheqê êrîşa polîsên Tirk ew ê gilih bikin.